Meclisa Navçeya Til Rifetê israra xwe ya berxwedanê piştrast kir

Meclisa navçeya Til Rifetê gefên vê dawiyê yên dewleta Tirk şermezar kir û israra xwe ya di xeta berxwedanê li hemberî van gefan de piştrast kir.

Meclisa Navçeya Til Rifetê israra xwe ya berxwedanê piştrast kir
18 cotmeh, 2021   13:00
ŞEHBA

Bi dehan endamên meclisa navçeya Til Rifetê ya girêdayî meclisa kantona Şehbayê, endamên sazî û yekitiyên sivîl, li ser rêya sereke ya navenda navçeya Til Rifetê kom bûn û daxuyaniyek der barê gefên vê dawiyê yên dewleta Tirk, da.

Endamê meclisa navçeyê Îbrahîm Hesen daxuyanî bi zimanê erebî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk gef û binpêkirinên xwe yên li dijî herêmên me didomîne û hewl dide raya giştî bixapînê da ku xwe ji sûcên şer û binpêkirinên wê yên li dijî sivîlan xwe bê guneh bide nîşandan."

Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku Erdogan Tirkiye xistiye girtîgeheke mezin û gelek kesayetên xwedî nêrîn û çapemenî bêdeng kir û siyasetên xwe yên wêranker dewam kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin ku bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî, dewleta Tirk axa Sûriyê dagir kiriye di demekê de ku hewldanên navneteweyî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê berdewam in.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin: "Gelên azadîxwaz dikarin axa xwe biparêzin û em destûr nadin ku kes rûmeta ax û gelê me binpê bikin û nahêlin ku kes destwerdana axa me bike.

Li ser navê şêniyên Şehba û Til Rifetê em bêdengiya rêxistinên navneteweyî û mirovî û bêdengiya dewleta Sûriyê li hember binpêkirina serweriya axa xwe û negirtina helwestên cidî, şermezar dikin."

Daxuyanî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana serdemê û berxwedana şêniyên Til Rifetê ya li pêşberî gefên Tirkiyê bi dawî bû.

(dx)

ANHA