Civîna Komîteya Destûrê dest pê kir

Piştî 5 gerên binkeftî, îro li Cinêvê gera şeşan a Komîteya Destûrê ya Sûriyê dest pê dike.

Civîna Komîteya Destûrê dest pê kir
18 cotmeh, 2021   08:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê navneteweyî yê Sûriyê Geir Pedersen di dawiya Îlonê de ragihandibû ku Komîteya Destûrê ya Sûriyê dê di 18`ê Cotmehê de civîna xwe li Cinêvê li dar bixe.

Gera pêncemîn a civînên komîteyê ku alîgirên hikumeta Şamê û Enqereyê û komeke bi navê nûnerên civaka sivîl tev lê dibin, di Çileya borî de li dar ketibû. Lê mîna her carê bê encam bi dawî bûbû.

Girêdayî mijarê şandeyeke payebilind a Rûsyayê bi serkêşiya nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê yê ji bo Sûriyê Alexander Lavrentiev û cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Verşînîn duh bi Beşar El-Esed re gera ku îro li dar dikeve, nîqaş kir.

Di heman çarçoveyê de nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) Geir Pedersen ragihand ku Komîteya Destûrê li ser destpêkirina danîna reşnivîsa destûra Sûriyê li hev kiriye.

Li gel zêdebûna asta nakokiyê li gundewarên Heleb, Idlib, Laziqiye û Hemayê û gefên dewleta Tirk a dagirker, ev civîn li dar dikeve.

(şx)