Parêzer: Kemîna li Xelîfanê karekî derexlaqî ye

Parêzerên ji herêma Cizîrê gotin kemîna li Xelîfanê û israra PDK`ê ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan neke karekî derexlaqî û li dijî qanûnên navneteweyî û mirovî ye.

Parêzer: Kemîna li Xelîfanê karekî derexlaqî ye
18 cotmeh, 2021   07:12
QAMIŞlO – ÎSAM EBDULLAH

Çalakiya konvedanê ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ve hatiye organîzekirin didome. Çalakî bi daxwaza radestkirina cenazeyên gerîlayên HPG'ê Tolhildan Raman û Serdem Cûdî yên ku li herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê di kemîneke hêzên PDK`ê de şehîd bûne hatiye lidarxistin.

Li tevahî herêma Cizîrê, şênî, nûnerên saziyên sivîl, jin, ciwan û partiyên siyasî berê xwe didin konê çalakiyê.

Parêzerên ku beşdarî çalakiya konvedanê bûne sûcê ku hêzên PDK`ê li dijî gerîlayan pêk tîne şermezar kirin û banga radestkirina cenazeyên gerîlayan kir.

Endamê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê parêzer Mihemed Emîn El-Nehîmî di vê derbarê de wiha got: "Dema me bihîst ku 5 gerîla ji aliyê PDK`ê û leşkerên Roj ve hatine şehîdxistin, me pirsî ku çi sedema hebûna leşkerên Roj li Xelîfanê ye? Divê kemînan ji DAIŞ`ê re daynin ne ji gerîlayên ku parastina Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê dikin."

El-Nehîmî bal kişand ser berxwedana gerîlayên azadiyê û got: "Ne ji berdêlên hêzên gerîla ba em nedigihaştin vê pêvajoya dîrokî, nexasim li Rojava. Li ser vê esasê jî doza kurdî bûye dozeke cîhanî di qadên navneteweyî de."

‘KEMÎNA LI XELÎFAN XIYANET E Û YA JÊ XIRABTIR CENAZEYÊ ŞEHÎDAN RADESTÎ MALBATÊN WAN NAKIN‘

El-Nehîmî di berdewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku kemîna ku hêzên PDK'ê li herêma Xelîfanê ji gerîla re danî xiyaneteke û ya jê xirabtir ew e ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nakin û wiha domand: "Ji ber ber kirinên PDK`ê gelê Kurd û hemû pêkhateyên Cizîrê gihaştine vê astê ku êdî nema van kirinan tehemûl dikin."

Mihemed El-Nehîmî kirinên PDK`ê şermezar kir û ev tişt got: "Bes e ji van kiriyaran re. Divê cenazeyê şehîdan di zûtirîn dem de radest bike."

 ‘NE RADESTKIRINA CENAZEYÊ ŞEHÎDAN KAREKÎ DEREXLAQÎ YE‘

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê parêzer Şahîn Lalê diyar kir ku kirinên PDK`ê xizmeta dewleta Tirk û ajindeyên wî di ferzkirina serweriya xwe li ser tevahî parçeyên Kurdistanê de dike.

Her wiha destnîşan kir ku armanc ji çalakiya parêzerên herêma Cizîrê ya di bin çalakiya konvedanê de rê nede ku şerekî navxweyî çêbibe û got: "Na ji kirinên PDK`ê yên derqanûnî re."

Şahîl Lalê wiha domand: "Ne radestkirina cenazeyê şehîdan ji malbatên wan re binpêkirineke eşkere û ber bi çav ji pîvanên mafên mirovan re ye. Her wiha binpêkirina ji qanûna nanveteweyî ya mirovî û exlaqî Kurdistanê û civakî bi giştî re ye. Em bang li raya giştî ya cîhanê, rêxistinên hiqûqî yên pêwendîdar dikin ku zextê li PDK`ê bikin da ku cenazeyê her du gerîlayan radest bikin."

Parêzer Şahîn Lalê da zanîn ku her kes dizane ku gerîla hêzên Kurdistanî ne û rewa ne, parastina hebûna Kurdan dike û wiha axaftina xwe domand: "Mafê gerîla heye ku li her deverên Kurdistanê be. Hêzên gerîla banga Şengalê bersivand. Her wiha piştî DAIŞ'ê êriş kir û nêzî Hewlêrê bû, PDK'ê bang li hêzên gerîla kir û gerîla banga wê bersivand.  Hêzên gerîla sînor derbas kirin û îsbat kir ku ew hêzeke Kurdistanî ye û erka xwe ya neteweyî û Kurdistanî di parastina gelê Kurd û hemû pêkhateyan li her çar parçeyên Kurdistanê, pêk tîne."

Şahîn Lalê di dawiyê de bang li hemû rêxistinên hiqûqî yên pêwendîdar kir ku zextê li PDK`ê bike da ku cenazeyê her du şehîdan radest bike û hesab ji sûcdaran bixwaze.

(bx)

ANHA