Rojnameyên erebî:Li Iraqê nîşaneyên tevlheviyê

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Iraqê, armanca Erdogan ji serdana li Efrîka û aloziya Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî:Li Iraqê nîşaneyên tevlheviyê
18 cotmeh, 2021   07:11
NAVENDA NÛÇEYAN

IRAQ: HÊZÊN ŞIÎ YÊN KU DI HILBIJARTINAN DE TÊK ÇÛN ÎŞARET BI KOLAN Û ÇEKÊ KIRIN

Rojnameya Şerq El-Ewset têkildarî mijarê got:"Piştî ku hêzên şiî yên sereke li Iraqê ji bilî Şepêla Sedir, encamên hilbijartinan red kirin, hêzên "Tensîqata Miqawime" a girêdayî Îranê bang li alîgirên xwe kirin ku dakevin kolanan û daxwaza ibtalkirina encamên hilbijartinan kirin.

Duh jî alîgirên komên şiî li Bexdayê û bajarên din daketin kolanan û rê girtin.

ERDOGAN BI RÊYA ROJAVAYÊ AFRÎKAYÊ HEWL DIDE ABORIYA XWE BAŞ BIKE

Têkildarî gera serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li Afrîkayê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Dema ku Erdogan tê de serdana Afrîkayê kiriye, hewldana Erdogan a dîtina dergehekê ji bo başkirina aboriya welatê xwe nîşan dide, di demekê de ku lîreya Tirk rojane li hemberî dolar dadikeve.

Erdogan yê ku ji ber têkçûna lîreya Tirk a domdar, bi pirsgirêkên hundirîn re rû bi rû maye, roja yekşemê dest bi gera xwe li Afrîkayê kir ku di nav de dê serdana Angola, Togo û Nîjerya bigire nava xwe û dê heta çarşemê dewam bike.

Erdogan dema dest bi serdanê kiriye got: “Têkiliyên Tirkiyê bi welatên Afrîkayê re stratejîk in. Tirkiyê wekî hevkarekî stratejîk ê welatên Afrîkayê berz dibe. Bi dawiya 2020`an re, têkiliyên me yên bazirganiyê 25 milyar dolar derbas kir.”

LÎBYA…JI DESTPÊKA MIJDARÊ DA WÊ ÇETE Û BIYANÎ JI LÎBYAYÊ DERKEVIN

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan got:"Li gorî çavkaniyên leşkerî yên lîbî ku ji El-Beyan re ragihandin ku ji destpêka Mijdarê de, wê şervanên biyanî li 4 navendên sereke kom bibin da ku ji welat derkevin.

Çavkaniyan dane zanîn ku kongreya istiqrara Lîbyayê ku tê payîn roja Pênşemê lidar bikevê wê plana derxistina çeteyan deyîne.