Ciwanên Minbic: Em hemû berpirsê parastina xak û çanda xwe ne

Ciwanên Minbicê da zanîn ku tevahî şêniyên herêmê berpirsê parastina xak û çanda xwe ji xeteriyên derve ne.

Ciwanên Minbic: Em hemû berpirsê parastina xak û çanda xwe ne
18 cotmeh, 2021   06:43
MINBIC-EHMED QERACE

Di demekê de ku bayê şer li tevahî herêmên cîhanê, bi taybet li Rojhilata Navîn heye, civak li herêmên şer bi hemû cureyan, çi bi rêya leşkerî yan jî derûnî be çi bi rêya aborî be tê hedefgirtin.

Heger civak bixwaze xwe ji qirkirin û parçebûnê biparêze divê pergala xweparastinê xurt bike û li hemberî her xeteriyan bisekine.

Gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di nava wan şer û nakokiyan de ye, ji ber ku gelek alî destwerdanê li karûbarên herêmê dikin û ji bo pêkanîna armancên xwe bi rêbazên cuda êrişan dikin. Ji lew re parartina cewherî mijarekî girîng û pêdivî pê heye.

Wateya parastina cewherî ew e ku her ferdek di civakê de bi erka xwe ya parastinê rabe bêyî ku pişta xwe bide hêzên leşkerî û ewlehî. Ev yek jî têgeha şerê gel ê şoreşgerî îsbat dike ku her ferdek ji civakê rola leşker dilîze û li gorî hêza xwe parastina aştiya welat û gelê xwe dike.

Li ser vê yekê, Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbic û Gundewarên wê Ehmed El-Cimêlî got, parastina cewherî erka her ferdekî di civakê de ye ku parastina herêm, xak û çanda xwe bikin.

El-Cimêlî wiha domand: "Ya girîng di parastina cewherî de parastina fikir e. Çi civakeke di aliyê fikirî de rizgarkirî be, ji hêla dijmin ve tê hedefgirtin. Ji lew re em dibînin ku projeya neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyên dagirkeriya Tirk û rejîma Baasê ve tê hedefgirtin. Ji ber ku armanca wê rizgarkirina civakê ye."

El-Cimêlî da zanîn ku divê civak pêwîstiya parastina cewherî li hember şerê taybet bizanibe û wiha dawî li gotina xwe anî: "Dema em fikirê xwe biparêzin, wê demê em dikarin welatê xwe di aliyên siyasî, leşkerî û fikirî de jî biparêzin û girêdana xwe bi welatê xwe ve ji dijmin re isbat bikin."

Li aliyekî din endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û endamê rêveber ê Yekitiya Werzîşê ya Minbicê Hecî Mistefa jî got, parastina cewherî xweparastina her civakekê bi rêya hevgirtina xwe ye, parastina erkekî dikeve ser milê hemû çînên civakê û misogeriya hebûna civakê ye.

Mistefa wiha anî ziman: "Parastina cewherî xwe dispêre  rêgeza xwebirxêstinkirina gel di aliyê fikir û leşkerî de ku karibe li hemberî her cure şerê taybet çi bi rêya internêtê be, an bi rêya êrişên ragihandinê de an jî bi rêya propagendaya hişbirê be  bsekine."

Mistefa wiha di axaftina xwe de pê de çû: "Hemû zindî xwe diparêzin. Gul b striyên xwe xwe diparêze. Civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi rêya hevgirtin, girêdan û hişyarbûna ji tevahî êrişan bi taybet êrişan parastina xwe dike, nemaze Minbicê ku girîngiyeke wê ya erdnîgarî û siyasî li herêmê heye, xwe diparêzin."

Mistefa diyar kir ku di vê dawiyê de êrişên fikirî yên li dijî herêmê zêde bûn û ji bo bersivdana van êrişan divê her ferdek li hember civak, welat û ferdan berpirsiyar be û got: "Heke bi awayekî rast hevgirtî û birêxistinkirî be dikare li hember van êrişan bisekine. Heke gel rêxistinkirî be wê demê bi xaka xwe ve girêdayî ye û fikirê penbartiyê red dike û nirx û rêgezan girêdana xwe bi xakê ve destine."

Mistefa destnîşan kir ku divê dê û bavên ciwanên xwe bişopînin û rêya rast nîşanî wan bike ji bo ku nifşekî bi civak, nirx, perwerde, exlaq û rêgezan ve girêdayî were avakirin. Mistefa ev tişt got: "Divê bi rêya vekirina dewreyên akademîk valatiya li gel ciwanan were dagirtin, da ku şaştiyên ciwanan çareser bikin û ji nû ve ber bi rêya rast ve bibin ku xizmetî civakê bikin."

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û endamê Yekitiya Werzîşê ya Minbic û Gundewarên wê Hecî Mistefa wiha dawî li gotina xwe anî: "Her tim dijmin bi rêya zexta li ser aboriyê û girtina dergehan li pêşiya derbasbûna xwarinan, hewl dide gel bêçar bihêle û têk bibe. Ev şereke û bersiva wê bi hişyarbûn û berpirsyartiya hemû ferdên civakê tê dayîn."

(fr)

ANHA