Ji girtîgeha Şakran Elî Axa bangawazî: Sûcên dewleta Tirk rawestînin

Ehmed Reşad Seydo li ser zimanê xwişka xwe ya di girtîgehên dewleta Tirk de, Fatime Reşad Seydo bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî kir komîteya lêpirsîna rastiyan bişînin girtîgehên dewleta Tirk ku sûcên li dijî girtiyan keşf bikin.

Ji girtîgeha Şakran Elî Axa bangawazî: Sûcên dewleta Tirk rawestînin
18 cotmeh, 2021   06:40
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Girtiya bi navê Fatima Reşad Seydo a di girtîgeha Şakran Elî Axa ya Îzmîrê de beriya çend rojan bi malbata xwe re axivî û hemû cureyên sûcên li dijî wan eşkere kirin, her wiha ji birayê xwe Ehmed Reşad Seydo xwest ku dengê wê bigihîne raya giştî ya cîhanê.

FATIMA REŞAD SEYDO KÎ YE?

Fatima Reşad Seydo (Sakîne Kobanê) 1969’an de li gundê Cib El-Ferec ê 18 kîlometre dikeve rojavayê Kobanê ji dayik bûye.

Fatima Reşad di 1993’yan de tev li têkoşîna rizgariya Kurdistanê dibe. 4 salan li çiyayên Kurdistanê dimîne û di 14’ê Gulana 1997’an de ji aliyê MIT’ê ve tê girtin û wê dibin girtîgeha Mîdiyatê. Piştre ji girîgeha Mîdiyatê wê dibin girtîgeha Wanê. Her wiha ji Wanê wê dibin girtîgehên Mûş, Sêrt û di vê dawiyê de jî sewqî girtîgeha Şakran Elî Axa jinan a li Îzmîrê.

Bi salan agahî ji Fatima Seydo nehatin girtin. Herî dawî di 15’ê vê mehê de bi rêya telefonê bi dema 10 deqeyan bi birayê xwe Ehmed Seydo re axivî. Fatima Seydo behsa îşkence û sûcên di girtîgehên li dijî wê têne meşandin, kir û ji birayê xwe xwest ku wan sûcan bigihîne raya giştî ya cîhanê.

Li ser bersivdana xwesteka xwişka xwe, birayê wê Ehmed Reşad Seydo ji ajansa me re axivî. Reşad Seydo li ser îşkence û sûcên di girtîgehên dewleta Tirk a faşîst de axivî, wekî ku xwişka wî parve kiribû.

Ehmed Reşad Seydo hûrgiliyên peywendiya bi telefonê ya bi xwişka xwe re wiha vegot: "Eşkere bû ku li telefona me guhdar dikin. Destpêkê deng ne zelal bû, heta piştre min xwest ku deng zelal bibe. Xwişka min, got ew di 10’ê vê mehê de hêzên leşkerî bi panzeran tevahî alavên keşfê yên pêşketî bi ser girtîgehê de girtine û tevahî odeyên ku jin tê de bûn keşf kirin, tişt û pirtûkên wan ên taybet çirandin û îşkence li wan dikirin."

Seydo li ser zimanê xwişka xwe Fatima Seydo wiha pê de çû: "Xwişka me tevî 35 jinên girtî di odeyeke teng de ne û li girtiyên sûc têne kirin."

Seydo da zanîn ku çer ku girtî di girtîgehê de ne, çima bi ser girtîgehan de digirin û wan bêyî pêkanîna tu sûcan îşkence dikin?"

Fatima Seydo ji birayê xwe xwest ku dengê wê bigihîne tevahî rêxistin û aliyên îdiaya parastina mafên mirovan dikin ku komîteyên lêpirsînan ava bikin û berê xwe bidin girtîgehên dewleta Tirk û sûcên li dijî girtiyan keşf bikin.

Seydo bang li tevahî rêxistinên hiqûqî yên cîhanê kir ku berê xwe bidin girtîgehên dewleta Tirk û girtiyan ji sûc û îşkenceyên li dijî wan biparêzin û wiha anî ziman: "Erdogan, digel bêdengiya navneteweyî de, sûcan li dijî girtiyan pêk tîne û divê were muhasebekirin."

‛SÛC BÊYÎ CEZAKIRINÊ BERDEWAM IN’

Hejmara girtiyan di girtîgehên dewleta Tirk de rojane zêde dibin û pê re jî sûcên li dijî wan jî bilind dibin.

Dewleta Tirk bi hezaran sivîl û siyasetmedar xistine girtîgehên xwe, piranî ji wan bi hincetên derew hatine girtin û li dijî wan îşkence pêk tên û ji serdanên malbatan bê par in.

Dewleta Tirk sûc û îşkenceyên digirtîgehan de bêyî hewldana rêxistinên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên mirovan, bi taybet CPT ku berê xwe bidin girtîgehan û sûcên keşf bikin, berdewam bikin. Bi wê yekê re dewleta Tirk li ser van sûcan nayê cezakirin.

(fr)

ANHA