Pedersen: Xebata komîteya destûrê dest pê kir

Nûnerê NY’yê yê taybet bi Sûriyeyê Geir Pedersen diyar kir ku komîteya destûrê ya Sûriyê ji bo destpêkirina pêvajoya amadekirina destûrê li hev kir.

Pedersen: Xebata komîteya destûrê dest pê kir
17 cotmeh, 2021   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya destûrê ya Sûriyê ku 45 nûnerên hikumeta Şamê û muxalefeta Sûriyê tê de cih digirin îro li ofîsa Cenevê ya Neteweyên Yekbûyî civiyan.

Nûnerê NY’yê yê taybet bi Sûriyê Geir Pedersen derbarê hevdîtinan de daxuyaniyek da û diyar kir ku wê hevdîtin bi qasî hefteyekê bidomin û ji bo reforma destûra nû dest bi xebatê bûye.

Hadî El-Bahra ku ew jî di komîteyê de cih digire bi organîzekirina komeleya rojnamevanan a Neteweyên Yekbûyî (NY) civîneke çapemeniyê li dar xist û pirsên rojnamevanan bersivand.

El-Bahra diyar kir wan li ser pêşnûmaya destûrê li hev kiriye û ev geşedaneke erênî ye.

El- Bahra bal kişand ser vî tiştî ku wê hevdîtin sibê (duşem) jî bidome û hêvî ew e ku destûra ku her kes dikare tê de cih bigire, amade bike.

El-Bahra diyar kir ji ber şerê li Sûriyê 5 milyon kes penaber bûne û 200 hezar kes jî winda ne.

El-Bahra got: “Pêvajoya destûra nû wê li ser şopa pêvajoya edalet û hevrûbûnê bidome.”