Bi sedan xwepêşandêrên li dergehê Sêmalka banga radestkirina cenazeyên gerîla dikin

Li dijî îxaneta PDK’ê bi sedan şêniyên herêma Cizîrê di roja 14’an de bênavber li dergehê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de xwepêşandanê dewam dikin.

Bi sedan xwepêşandêrên li dergehê Sêmalka banga radestkirina cenazeyên gerîla dikin
18 cotmeh, 2021   05:40
NAVENDA NÛÇEYAN-ZANA SEYDÎ

Ji 5’ê vê Cotmehê ve şêniyên herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî hêzên PDK’ê li ser sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de xwepêşandanê dikin.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê, hêzên PDK’ê di 28-29’ê Tebaxa borî de kemînek ji gerîla re danîn, di encamê de 5 gerîla şehîd bûn, tê texmînkirin ku gerîlayek dîl ketiye destê wan û gerîlayek jî bi saxî xwe gihand hevalên xwe.

Malbatên şehîd Tolhildan Raman û şehîd Serdem Cûdî di roja yekemîn a xwepêşandanê de banga radestkirina cenazeyên zarokên xwe kirin.

Li ser wê yekê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê li qada dergehê Sêmalka gelek kon vedan û dest bi çalakiya xwepêşandanê ya vekirî kir. Bi sedan jin û mêr tev li çalakiyê bûn. Ji roja destpêkê ve endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li derdora qada çalakiyê partastinê dikin.

Mihemed Emîn Qasim ê ji Hesekê tev li çalakiya konvedanê bûye, diyar kir ku heta cenazeyên şehîdên bi destê PDK’ê hatine şehîdxistin wernegirin, ew çalakiya xwe bi dawî nakin û got, “Divê PDK’ê encamên kiryarên xwe yên li dijî gelê Kurd, tehmul bike.”

Bi sedan xwepêşandêr wêneyên gerîlayên ji ber xiyaneta PDK`ê û hevkariya wê bi dagirkeriya Tirk re şehîd bûne, rakirine.

Li aliyekî din jî Alan Hesekê got, wekî malbatên şehîdan ew înxaneta PDK’ê qebûl nakin û banga raperîneke kurdî ya giştî li hemberî îxanetê kir.

DI 11’ê Cotmehê de dayikên aştiyê yên ji bajar û bajarokên herêma Cizîrê, pireya di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de heta nêvî derbas kirin û hewl dan bikevin Başûrê Kurdistanê, lê belê hêzên PDK`ê nehişt 26 dayikên aştiyê derbasî aliyê din bibin û banga radestkirina cenazeyên şehîdan bikin.

 (fr)

ANHA