Li Efrîna dagirkirî jineke ducanî li girîtgeha MÎT`ê hate qetilkirin

Îstixbarata Tirk li girtîgeheke li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî jineke ducanî qetil kir. Jina hatî qetilkirin beriya demekê tevî hevjînê xwe ji pêşiya Nexweşxaneya Qenber a li navenda Efrînê hatibû revandin.

Li Efrîna dagirkirî jineke ducanî li girîtgeha MÎT`ê hate qetilkirin
17 cotmeh, 2021   10:31
ŞEHBA

Çavkaniyekî ragihand ku Îstixbarata Tirk (MÎT) jineke ducanî li girtîgeha dibistana Emîr Xubarî ya taybet bi MÎT`ê ya li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî, bi êşkenceyê qetil kir.

Li gorî çavkanî, navê jina hatî qetilkirin Nemet Behcet Şêxo ye (32), navê hevjînê wê jî Xelîl Nesan e (36) û ji şêniyên gundê Qûpê yê girêdayî navçeya Raco ya Efrînê ne.

Çavkanî destnîşan kir ku Nemet Şêxo û hevjînê xwe rastî êşkenceyê hatine, her wiha 6 saetan li ser hev di lêpirsînê de mane.

Çavkanî teqez kir ku MÎT`ê gef li malbata Nemet xwariye ku eger sedemên kuştina keça xwe di girtîgehê de eşkere bikin, dê wan jî birevînin her wiha ji wan xwestiye ku bêjin keça wan di meha 6`an de ducanî bû û ji ber pirsgirêkên tendursitiyê jiyana xwe ji dest daye.

Çarenûsa hevjînê Nemet jî heta niha ne diyar e.

(cx)

ANHA