Di du rojan de li çolistana Sûriyê 14 DAIŞ`î hatin kuştin

Di 2 rojan de balafirên şer ên Rûsyayê li dijî nuqteyên DAIŞ`ê yên li çola Resafê nêzî 55 êriş pêk anîn. Di encama bombebaranê û şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û DAIŞ`ê de 14 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Di du rojan de li çolistana Sûriyê 14 DAIŞ`î hatin kuştin
17 cotmeh, 2021   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên hewayî yên Rûsyayê li dijî nuqteyên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê dewam dikin. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), balafirên şer ên Rûsya di 48 saetên dawîn de li dijî nuqteyên DAIŞ`ê yên li çola Resafê ya başûrê Reqayê û nuqteyên li çiyayê Beşerî yê li çolistana Sûriyê nêzî 55 êrişên hewayî pêk anîne.

Di encama şer û êrişên hewayî yên Rûsya li dijî nuqteyên ku duh DAIŞ bi dest xistibûn, her wiha di encama şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdarên alîgirên wê ji aliyekî ve û çeteyên DAIŞ`ê ji aliyekî din ve, 14 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

SOHR`ê duh destnîşan kiribû ku çeteyên DAIŞ`ê êrişa dijwar li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê li herêma Resafê, dewam dikin û şerê dijwar di navbera herdu aliyan de rû didin.

(cx)