Balafirên dagirkeriya Tirk herêma Biradost bombebaran kir

Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker devera Berbizina ya Biradostê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Balafirên dagirkeriya Tirk herêma Biradost bombebaran kir
17 cotmeh, 2021   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, îro balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker devera Berbizina ya herêma Biradostê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Hat gotin ku tevgera balefirên şer û keşfê li ser asîmanê herêmê berdewam e.

Derbarê ziyanên bombebaranê de agahiyên zelal bi dest neketin.