Şandeyeke Rûsî serdana Şamê dike

Li gorî Rojnameya El-Watan a girêdayî hikumeta Şamê şandeyeke rûsî payebilind dê îro bighêje Şamê.

Şandeyeke Rûsî serdana Şamê dike
16 cotmeh, 2021   14:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El-Watan a hikumeta Şamê ragihand ku şandeyeke ji Rûsyayê bi serokatiya cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Vershinin wê îro bighêje Şamê.

Li gorî rojnameyê, serdana şandeya Rûsya wê du rojan berdewam bike û wê hevdîtinan bi rayedarên hikumeta Şamê re pêk bîne.

Ev serdan li gel gelek guhertinan di dosyaya Sûriyê de, bi taybet rewşa Idlibê û gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hewldanên normalîzekirina têkiliyên ereban bi hikumeta Şamê  re, her wiha danûstandinên bê yên di navbera Rûsya, Amerîka û Îsraîlê de, pêk tê.