Rojnameyên erebî: DYA nahêle têkiliyên bi Şamê re normalîze bibin

Rojnameyên erebî yên îro diyar kir ku helwesta rêveberiya Biden li dijî hikumeta Şamê berevajî ya di dema Trump de ye, ji ber wê yekê dê hemleyeke dîplomatîk û siyasî ji bo razîkirina hevalbendên xwe nemeşîne.

Rojnameyên erebî: DYA nahêle têkiliyên bi Şamê re normalîze bibin
16 cotmeh, 2021   08:31
NAVENDA NÛÇEYAN

‘WASHINGTON TÊKILIYÊN BI ŞAMÊ RE NORMALÎZE NAKE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rojeva Sûriyê wiha nivîsand: “Daxuyaniya ku wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinken daye, helwesta herî zelal a berpirsekî DYA’yê ya der barê dosyaya Sûriyê de ye.  

Di daxuyaniyê de hate gotin ku karên esasî yên Washingtonê têkildarî Sûriyê wiha ne; a yekemîn; berfirehkirina gihandina alîkariyên mirovî û ya duyemîn; berdewamkirina hemleya hevalbendiyê ya têkoşîna li dijî DAIŞ`ê û El-Qaîdê li Sûriyê ye. Ya sêyemîn jî pabendiya bi berdewamkirina hesabpirsîna ji rejîma Esed, parastina pîvanên bingehîn ên navneteweyî yên wekî qedexekirina berbelavbûna çekan li Sûriyê ye û ya çaremîn jî parastina peymanên agirbestê li Sûriyê ye. 

Di aliyê siyasî de jî helwesta DYA’yê ya der barê normalîzekirina têkiliyan bi Şamê re wiha bû: "Em tu piştgiriyê nadin hewldanên normalîzekirina têkiliyan an jî jinûve erkdarkirina Esed, em li ser Sûriyê cezayekê jî ranakin. Her wiha heta ku jinûve avakirina Sûriyê pêk neyê û ji bo çareseriyeke siyasî pêşketin çênebin, em helwesta xwe ya muxalîf naguherînin."

‘NÎQAŞÊN LI SER DAN Û STANDINÊN KONGREYÊ JI BO REWŞA HUNDIRÎN A TUNISÊ’

Rojnameya El-Ereb der barê rojeva Tûnisê de wiha nivîsand: "Civîna Kongreya DYA’yê li ser rewşa Tunisê, li Tunisê gengeşiyeke berfireh çêkir, ji ber ku hin kesan ev yek wek destdirêjiya li serweriya neteweyî û destwerdana di kar û barên hundirîn de bi nav kir. Ev yek bû sedem ku serok Qeys Seîd gazî balyozê amerîkî bike da ku nerazîbûna xwe ji tevlêbûna Tunisê di rojeva Kongreya DYA’yê de bîne ziman.

Li gorî daxuyaniya serokatiya Tunisê, Qeys Seîd di hevdîtina xwe ya li gel balyozê DYA’yê de nerazîbûna dewleta Tunisê ji destwerdana rewşa hundirîn a Tunisê re di rojeva Kongreyê de anî ziman. Seîd destnîşan kir ku têkiliyên di navbera her du welatan de dê xurt bimînin, tevî ku gelek tunisî hewl didin bûyerên li Tunisê diqewimin, berovajî bikin.

Siyasetmedar di wê baweriyê de ne ku pêşeroja siyasî ya welat ne diyar e û mafê wan heye ku nerazîbûna xwe li hember tiştên ku qewimîne, diyar bikin. Her wiha têkiliyên dualî yên bihêz di navbera her du aliyan de diyar bikin.”

(dx)