​​​​​​​`Bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk cihê şermê ye`

Dayika gerîla Amara Cûdî ya ku di êrişa dewleta Tirk a bi çekên kîmyewî de şehîd bû, bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî dewleta Tirk şermezar kir.

​​​​​​​`Bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk cihê şermê ye`
​​​​​​​`Bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk cihê şermê ye`
​​​​​​​`Bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk cihê şermê ye`
​​​​​​​`Bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk cihê şermê ye`
​​​​​​​`Bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk cihê şermê ye`
16 cotmeh, 2021   06:17
QAMIŞLO- KELSÛM ELÎ

Piştî şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an ku bi xwîna 12 hezar şehîd hate avdan, berxwedan û têkoşînê di dilê xort û keçan de şîn da û bêhna azadiyê ji axa Rojava fûriya.

Rojîn Remedan (Amara Cûdî) sala 1993'yan li navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo ji dayik bû. Amara Cûdî di malbateke welatparêz de mezin dibe ku di ciwantiya xwe de Tevgera Azadiyê nas dike. Amara û xwişk û birayên xwe li ser felsefeya rêber Abdullah Ocalan mezin dibin. Ji ber vê yekê êdî armanca wan a sereke di jiyanê de girêdana wan bi doza Kurd re ye.

Amara xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadehî li navçeya Girgê Legê û bajarokê Rimêlan ê Qamişlo diqedîne. Di nav hevalên xwe de bi exlaqê xwe yê baş û cesareta xwe dihat naskirin.

' AMARA... ALÎGIRA DOZA JIN '

Amara Cûdî hemû astên xwendinê xwe bi serkeftî derbas dike, paşê derbasî fakulteya Wêjeya Erebî ya li bajarê Hesekê dibe. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re ku bi şoreşa jinê tê naskirin Amara ji kesên destpêkê bû ku beşdarî şoreşê dibe û ji bingehê rizgarkirina jinan û xilaskirina wan ji zihniyeta mêrê serdest bi dudilî têkoşîn da meşandin.

Amara Cûdî cihê xwe di gelek pêngavên rizgarkrina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ'ê de digire. Di sala 2013'an de banga Tevgera Rizgariya Kurdistanê ya ku ji bo misogerkirina azadiya gelên bindest şer dike, bersivand. Piştre berê xwe dide çiyayên Kurdistanê da ku qonaxeke nû ya berxwedan û têkoşînê li hember êrişên dagirkeriyê bide destpêkirin.

Li gorî malbata şehîd Amara, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi perwerdekirina kesên nû yên ku tev li Tevgera Azadiyê dibû re, têkildar bû.

Di vê demê de, dewleta Tirk a dagirker êrişên dijwar bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê da ku herêmê dagirkir bike û tevgera rizgariyê tune bike. Lê israr û berxwedana gerîlayan hewldanên faşîzma Tirk têk çûn.

Ji dawiya meha Nîsana ve, dewleta Tirk li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyonên dagirkirinê yên berfireh da destpêkirin. Bi hemû çekên pêşketî û çekên kîmyewî yên di qada navneteweyî de qedexekirî, bi kar aniye. Gerîla li dijî bersiva êrişên artêşa dagirker didin û derbên giran li wan didin, di encamê de bi dehan kuştî û birîndarên dagirkeran çêbûn.

 Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniya xwe de got, dewleta Tirk a dagirker 157 caran bi çekên kîmyewî êriş li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk aniye. KCK gelek caran bang li rêxistin û saziyên navneteweyî û mafên mirovan kir ku serdana herêmê bikin da ku rastiya bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa Tirk ve lêkolîn bikin. Lê bang bê bersiv ma.

' DIVÊ EW XWE PERWERDE BIKIN '

Di êrişa nû ya dewleta Tirk a bi çekên kîmyewî li dijî Werxelê yê Herêmên Parastinê yên Medyayê de, 5 gerîla şehîd bûn;  Cûmalî Çorûm, Çavrê Kamûran, Dilvîn Dalaho, Amara Cûdî û Mahîr Kop.

Dayika şehîd Amara, Hekmiye Ebdî bêdengiya civaka navneteweyî û helwesta rûreş a bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir.

Hekmiye Ebdî wiha dom kir: "Keça min bi daxwaza xwe tev li tevgera rizgariyê bû. Bi vê yekê daxwaz û xewna wê ew bû ku kurdan ji pençên dijmin xilas bike û Kurd mafên xwe û nasnameya xwe vegerîne."

Dayika şehîd Amara wiha anî ziman: "Divê jin xwe perwerde bikin û xwe birêxistin bikin da ku di avakirina civakê de di her astê de bi bandor beşdar bibin." Hekmiye Ebdî wiha pê de çû: "Şehîd Amara di serî de ji bo gelê xwe û ji bo doza jinan têkoşîn dikir, wê bi berdewamî bang li wan dikir ku xwe bixwe rêxistin bikin. "

Hekmiye Ebdî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana dîrokî ya gerîla yên ku bi hemû hêza xwe şerê dijmin dikin.

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Hêzên Parastina Gel bi hevkariya hêzên PDK'ê didomin. Di encama kemîna Hêzên PDK'ê de 5 gerîla li herêma Xelîfan şehîd bûn.

Navenda çapemniyê ya HPG'ê di daxuyaniyekê de wiha ragihand: "Tu eleqeya vê yekê bi kurdîtiyê re nîne. Ev êriş dê zirareke mezin bigihîne doza kurd. Eşkere ye ku rêveberiya PDK'ê plan dikir ku hêzên xwe nêzî hêzên me bicih bike da ku hêzên me neçar bimînin ku wan bikin hedef."

(dx)

ANHA