ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-10-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-10-2021
15 cotmeh, 2021   23:00

-Cenazeyê bijîşk Nûredîn Mûsa yê ku di encama nexweşiyê de şehîd bû, bi merasîmekê li goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo tê veşartin, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya konvendê yê li dijî siyasetên PDK'ê li deriyê Sêmalkayê di roja 12'an de berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- 10 sal li ser damezirandina şopdara rojnameya Ronahî re derbas dibe. Di wan salên borî de rojnameya Ronahî gihaşt gelek mirovan. Endamê rêveberiya rojnameyê got: “Em dixwazin xwe bigihînin Sûriyê bi giştî.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Heke îro têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê berxwedaneke dîrokî nîşan dide û li ser vê bingehê têkoşîn mezin dibe, bê guman keda wan kesan e ku bi dirûşma "Hûn nikarin Roja me tarî bikin" çalaki li dar xistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayika gerîla Amara Cûdî ya ku di êrişa dewleta Tirk a bi çekên kîmyewî de şehîd bû, bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî dewleta Tirk şermezar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berxwedana Şêxmeqsûd bi Botana duyemîn hat wesifandin. Berxwedan ku rihê berpirsyartî û welatparêziyê tê de diyar bû bi şerê gelê şoreşger û yekitiya pêkhateyan tacîdar bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiqûqnasên kantona Efrînê bêdengiya navneteweyî derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî gelê Kurd û gerîlayên HPG`ê şermezar kir û destnîşan kir ku civaka navneteweyî bi bêdengiya xwe rê dide dewleta Tirk ku çekên kîmyewî bi serebestî bi kar bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li hola çand û hunerê ya Serdem a bajarê Hesekê li dar dikeve, saet 11:00' an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Di çarçoveya êrişên qirkirinê yên li hemberî Kurdan de, li deverên ku êrişên dagirkeriyê yên AKP'ê pêk tên, di serî de zarok dibin hedef. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Dr. Kamûran Berwarî destnîşan kir ku divê hikumeta Iraq û ya Başûrê Kurdistanê yên nû li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî xwedî helwest bin û got:“Ger bê helwest bin wê tu wateya van hilbijartinan tune be û baweriya gel jî pê nemîne.” (BI WÊNE).

- Şêniyên kantona Kobanê gotin, ENKS'ê xizmeta dijminên kurdan dike û hewl dide di navbera kurdan de fitneyê derxîne. Şêniyan banga hevgirtinê li hemberî dijmin kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Beriya 4 salan PDK’ê, beriya rojekê ji rizgarkirina Reqa bi destê QSD’ê, Kerkûk radestî hêzên Heşid El-Şebî û artêşa Iraqê kir. Li ser vê yekê nivîskarê Kurd got, li gel hêzên Başûrê Kurdistanê helwestên welatparêziyê tune ne, divê gel li dijî xiyanetê li ber xwe bide. (BI WÊNE Û DÎMEN). (BI WÊNE ).

CIVAK Û JIYAN

- Cotkarên ji gundewarên Dêrazorê da zanîn ku piştî ava çemê Firatê ziwa bû çandina kunciyan bi paş ket, her wiha qutkirina avê bû sedema paşketina berheman ku daneyên sereke yên jiyana zêdetirî ji sedî 90 ji şêniyên gundewarên Dêrazorê û hawiza Firatê bi giştî bû, li gel wê jî cureyên baş ên tov û semadan winda kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA