'ENKS'ê xizmeta dijminên kurdan dike'

Şêniyên kantona Kobanê gotin, ENKS'ê xizmeta dijminên kurdan dike û hewl dide di navbera kurdan de fitneyê derxîne. Şêniyan banga hevgirtinê li hemberî dijmin kirin.

'ENKS'ê xizmeta dijminên kurdan dike'
16 cotmeh, 2021   08:20
KOBANÊ

Di demekê de ku herêm ji hemû aliyan de di dorpêçê de û tevî cezayên navneteweyî yên li ser Sûriyê, her wiha di demekê de ku şêniyên herêmên dagirkirî wekî Efrîn û Serêkaniyê di rewşên xirab de dijîn. ENKS'ê hewl dide hevgirtina gelan bi Rêveberiya Xweser dike re têk bibe. Bi vê yekê xizmeta dijminên gelên herêmê dike.

Têkildrî kiryarên ENKS'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêniyên kantona Kobanê nêrînên xwe parve kirin.

Bozan Kulek got: "ENKS'ê ajanê dewleta Tirk e, bi hinceta bilindbûna nirxê madeyên sotemeniyê û yên xwarinê hewl dide gel li dijî Rêveberiya Xweser derxîne, fitne û pirsgirêkan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxîne. Armanca ENKS'ê ew e ku rêveberiyê lawaz bike û gel ber bi penabertiyê ve bidehfîne."

Kolek anî ziman ku ENKS'ê wê nikaribe fitneyan biafirîne, ji ber ku ciwanên herêmên li ser fikir û felsfeya rêber Abdullah Ocalan dimeşin. Her wiha diyar kir ku ENKS'ê xizmeta dewleta Tirk a dagirker dike.

Bozan Kolek bang li gelê Kurd kir ku li hemberî dijminên ku hewl didin doza kurdî tune bikin bibin yek.

Elaedîn Ehmed jî destnîşan kir ku ENKS'ê siyaseta dewleta Tirk a dagirker dimeşîne û ji bo berjewendiyên wê dixebite û got, ENKS û dewleta Tirk rûyê yek diravî ne.

Ehmed wiha pirsî: "Çima ENKS'ê li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker a bikaranîna çekên qedexekirî li dijî kurdan li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Herêmên Parastinê yên Medyayê bêdeng e. Li hemberî êriş û binpêkirinên li dijî gelê Kurd ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu daxuyaniyên şermezarkirinê neda."

Ehmed di dawiyê de got: "Heta nefesa dawî em ê ax û rûmeta xwe biparêzin, ji ber ku em xwedî îradeyeke xurt in."

Bozan Mihemed jî got ENKS'ê fitneyê çêdike û wiha domand: "Dîroka ENKS'ê bi fitne, xiyanet û xirabiyê  tê naskirin,  ev yek dide diyarkirin ku ku haya wê ji berjewendiyên kurdan û doza wan tune ye ji ber vê yekê ew li dijî wan disekine.

Mihemed di dawiyê de bang li hemû partiyên kurdî kir ku bibin yek û bi yek rêzê li dijî dijminan bisekinin.

(dx)

ANHA