​​​​​​​Sîhanok Dîbo: Dewleta Tirk tengijiye, bêyî MSD'ê dan û standin bi ser nakevin

Sîhanok Dîbo diyar kir ku aloziya Idlibê nîşaneya rastiya armancên xeta Astanayê ye û destnîşan kir ku Tirkiyê bi aloziya hebûn û nebûnê re rû bi rû ye ne dûr e ku gefên xwe pêk bîne. Dîbo got, MSD û Rêveberiya Xweser ji hemû diyalogên siyasî hatin dûrxistin, ji ber vê yekê ev diyalog gihiştin rêyên xetimî.

​​​​​​​Sîhanok Dîbo: Dewleta Tirk tengijiye, bêyî MSD'ê dan û standin bi ser nakevin
16 cotmeh, 2021   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL-HEBÎB

Endamê Desteya Hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Sîhanok Dîbo beşdarî bernameya taybet a ajansa me ya derbarê rewşa li Idlibê, gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û civînên têkildarî aloziya Sûriyê bû.

'ALOZIYA IDLIBÊ RASTIYA ARMANCÊN DANÛSTANDINÊN ASTANAYÊ DIYAR DIKE'

Sîhanok Dîbo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Idlibê û got: "Mijara Idlibê beşek ji rewşa Sûriya ya bi girêk e ku dikeve sala xwe ya 11'an. Ji wê zêdetir rewşa pir bi girêk ji pêvajoyekê derbasî pêvajoyeke din dibe. Alozî bi tevgereke gel a şoreşgerî dest pê kir ku daxwazên wê yên diyarker hebûn, paşê destwerdan çêbûn ku pirsgirêk bi girêktir kir, bi taybet destwerdanên derve, aloziyên hundirên û kêmasiyênku  ji ber dagirkirina Tirkiyê li herêmên Sûriyê derketin."

Dîbo diyar kir ku ku ev mijar hemû piştrast dike ku xeta Astanayê pêş nakeve û wiha anî ziman: "Ji ber ku xeta Astanayê ne ji malzarok an jî mîsyonekê ji bo çarserkirina aloziya Sûriyê derket, lê ji wê zêdetir mîna hewldaneke ji bo kontrolkirina nakokî û nêrînên di navbera dewletên sponserên koma Astanayê de ye."

Têkildarî encamên danûstandinên dawî yên Rûsya û Tirkiyê û got: "Texmîn dikim; ji ber ku her du alî negihiştin tu lihevkirinan li ser rewşa bakur û rojavayê Sûriyê em dibînin ku serokkomarê Tirk Erdogan gefa operasyon û dagirkirineke nû dixwe."

'TIRKIYÊ BI ALOZIYA HEBÛN AN TUNEBÛNÊ RE RÛ BI RÛ YE'

Dîbo di berdewama nirxandinên xwe de bal kişand ser sedemên gefxwarinên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha pê de çû: "Sedemên sereke yên li pey van gefan, rewşa hundirîn a aloz a li Tirkiyê ye. Tirkiyê di nava aloziyên siyasî, aborî û civakî de tengav bûye, tu kes nizane dê gava bê ya li hundirê Tirkiyê çawa be. Di aliyekî din de jî di navbera APK û muxalefeta Tirkiyê de parçebûna civakî û siyasî heye û tê texmînkirin ku dê gavên din werin avêtin."

Têkildarî aloziyên derve jî Sîhanok Dîbo wiha axivî: " Pirsgirkên Tirkiyê bi dewletên derdorê re hene. Ev hemû  vê rastiyê piştrast dike ku Tirkiyê li pêşberî aloziyeke mezin e û Erdogan bi rêya derxistina van aloziyan û mijûlkirina raya giştî ya hundirîn û ya derve bi şerekî yê di çarçoveya xîbata gel de  hewl dide vê aloziyê kontrol bike. Her kes êdî xîtabên Erdogan nas kirine, ku hemû dê encam û badorên erênî bi xwe re bîne, bi taybet di mijara hewldanên  çareserkirinan pirsgrêkên Erdogan û dewletên din de re.

Rejîma Tirk, Tirkiyê û herêm bi giştî gihandiye darekê ku ji bo ku hêdî hêdî jê were xwarê divê gav werin avêtin. Tirkiyê di aloziyekê de tengijî ye ku gefê li hebûn an nebûna Tirkiyê, di serî de rejîma Tirkiyê dixwe. Ji bo vê yekê rejîma Tirk hewl dide gelek tawîzan bike û kaxezan tev li hev bike, li beramberî ku di mijareke din û qadeke din de berjwendiyan qezenc bike. Lê teqez êdî Erdogan û rejîma Tirk bi giştî nema dikarin van aloziyan derbas bikin. Em dikarin bêjin ku dem hatiye ku Tirkiyê rû bi rû li hemberî aloziyên xwe bisekine. Ev mijar jî ji gelek îhtîmalan re vekirî ye."

'NE DÛR E KU DEWLETA TIRK GEFAN PÊK BÎNE"

Li ser îhtîmala ku Tirkiyê van gefan pêk bîne, Dîbo ev tişt got: "Em dikarin bêjin; ne dûr e ku mîna van sîstemên desthilatdar ên ku di aloziyan de tengav bûne, mîna van gefan pêk bîne. Beriya niha Tirkiyê ev yek di dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê an Girê Spî de pêk anîn, niha hewl dide herêmên din dagir bike. Ji sedî zêdetirî 10'an herêmên Sûriyê rasterast di bin dagirkeriya Tirk de ne, siyasetên guhertinê dê rewşeke nû ya rêveberî biafirîne ku li herêmên di bin serweriya dagirkeriya Tirk de heye. Pirsa gelo Tirkiyê dikeve vê gavê bavêje. Bi rastî ev mijar girêdayî lihevkirinên di navber dewletên heyî yên ku destwerdan li Sûriyê  de ye, lê şaş e ku tiştekî wiha an gaveke siyasî ku Tirkiyê pêk bîne, dûr bixin."

'HELWESTA HIKUMETA ŞAMÊ YA LI HEMBERÎ DAGIRKERIYA TIRK NE CIDÎ YE'

Endamê Desteya Hevserokatiya MSD'ê bal kişand ser helwesta hikumet Şamê ji dagirkeriya Tirk û gefên wê û got: "Em dikarin bêjin ku heya vê kêliyên desthilata Sûriyê tu helwesteke cidî li hember gef û dagirkeriyê Tirkiyê nîşan nedaye. Gelek gav hene ku desthilata Sûriyê dikare li hemberî binpêkirinên domdar ên serdestiya xaka Sûriyê bavêje, lê heya niha me tu tevgerên cidî ji desthilata Sûriyê li hemberî dagirkeriyên Tirk nedîtiye. Helwestên fermî û aktîv divê werin pêkanîn û li gorî asta ku tê xwestin bin ku Tirkiyê Sûriyê û tevahî herêmê tehdîd dike."

‛HER NÊZBÛNEKE AMERÎKÎ-RÛSÎ DEWLETA TIRK BI FIKAR DIKE’

Li ser tevliheviya dewleta Tirk û êrişên berpirsên dewleta Tirk ên li dijî DYA û Rûsyayê, Dîbo ev tişt got: "Bê guman dewleta Tirk di rewşeke pir dijwar de ye, em dikarin bêjin ku dem hatiye ku dewleta Tirk berdêla sûc û dagirkirina herêmê bi giştî û Sûriyê bi taybet bide. Çi nêzbûna rûsî-amerîkî li ser çarekirina krîza Sûriyê bê guman dê bi xwe bidawîkirina tevahî dagirkeriya Tirk ji herêmên Sûriyê re bîne.

Ev mijar bêyê cezayên derbas nabe, nemaze digel hebûna rêveberiya sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ew jî Rêveberiya Xweser e. Her wiha hebûna hêzên rewa anku QSD'ê îro ji yek ji sembolên girîng ên têkoşîna li dijî terora navneteweyî ye. Ez texmîn dikim ku dewleta Tirk ji dema hesabxwestinê ditirse, nexasim ku niha axaftin li ser amadekirinekê tê kirin ku muxalefeta Tirkiyê daxwaza hilbijartinên pêşwext pêk bîne. Lê tê zanîn ku hîma zemîna gelêrî yan jî piştevaniya gel ji AKP’ê re pir kêm bûye."

‛NUQTEYÊN SIYASÎ YÊN BINGEHÎN HENE KU DEV JÊ NAYÊN BERDAN Û TAWÎZ LI SER NAYÊN DAYÎN’

Têkildarî çi ji sûriyan tê xwestin ku ji vê aloziyê derkevin, Dîbo ev tişt anî ziman: "Gelek mijar ji sûriyan tê xwestin. Lê ya girîng em giringiyê bidin hin rêgezên bingehîn ên guhartin û veguhastina demokratîk li Sûriyê. Di serî de, nabe Sûriyê bi tu awayan vegere sîstema navendî ya ji di sala 2011'an de û beriya wê. Li şûna vê sîstemê divê sîstemeke nenavendî û demokratîk were rûniştandin.

Sala 2014’an me bi awayekî fermî pergala Rêveberiya Xweser pêşkêş kiriye. Ev proje projeyeke niştimanî ye dikare li tevahî Sûriyê were pêkanîn. Ne pêkan e dev ji van xala bingehîn werin berdan an jî tawîz li ser were dayîn. Têkildarî rêbazên çareserkirinê, bê guman gelek rêbaz hene ku em jî dipejirînin. Di serî de divê aloziya Sûriyê li gorî biryara 2245 were çareserkirin. Lê mekanîmzeya herî guncaw a pêkanîna vê biryarê pêkanîna rengê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku wekî Sûriya pêşerojê, Sûriya ber bi komara sêyemîn ve were qebûlkirin."

‛TEVAHÎ RÊVEÇÛNÊN KU EM JÊ HATINE DÛRXISTIN, BI BIN KETIN’

Li ser hevdîtinên siyasî ku MSD’ê û Rêveberiya Xweser jê hatine dûrxistin, Sîhanok Dîbo ev tişt got: "Danûstandinên siyasî yên bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyê bi taybet ên li Cinêv û Astanayê ku MSD û Rêveberiya Xweser jê hatin dûrxistin, gihiştin rêyeke xetimî. Lê heke ji nû ve sazûmaniya danûstandinê û sazûmaniya ku nûnertiya gelê Sûriyê bike yan jî modeleke nêzî vegerdanina serweriya Sûriyê û rola Sûriyê bike, pêkane careke din xebat di wan rêveçûnan de were kirin."

‛NE PÊKAN E PIŞTA XWE BIDIN KOMÎTEYA DESTÛRÊ’

Dîbo li ser "komîteya destûrê" axivî û wiha pê de çû: "Ne pêkan e em pişta xwe bidin wê. Di avakirina vê komîteyê de ji hêla aliyên beşdar bûne ve, gelek pirsgirêk hene. Destûra Sûriyê selika girîng e, lê belê berî û piştî wê gelek selîk hene ku divê were sererastkirin û li ser werin xebitandin, da ku destûra Sûriyê bi awayekî aktîf pêk were. Heke israr li ser rêveçûna siyasî ya destûrê ji aliyê van kesan ve hebe, ez texmîn dikim ku dê binketineke din li binketên berê zêde bibe."

‛RÊVEBERIYA XWESER MODELA HERÎ BAŞ JI SÛRIYÊ RE YE’

Girêdayî çareserkirina aloziya Sûriyê, Sîhanok Dîbo got: "Pêdiviya çareseriyê bi lihevkirineke rasteqîn heye. Pêdiviya me bi gelek gavan heye ku aloziya Sûriyê bi awayekî demokratîk çareser bikin, doza Kurd jî yek ji girîngtirîn deriyên wê ye. Divê were naskirin ne pêkan e ku alozî li gorî hin çareyên pînekirinê yan jî jinûve sazkirina rêxistinek diyar were derbaskirin ku dê çarenûsa wê jî bin ketin be, modela tecrûbeya Lubnan, Iraq û hwd berçav e.

Pêdiviya me bi pîvanên nû ji krîza Sûriyê re di çarçoveya rêxistinbûyîna pirrengî û pirrengiya Sûriyê de, heye  ku yekitiya Sûriyê û xaka wê biparêze, tevahî dagirkeriyan bi dawî bike, di serî de jî dagirkeriya Tirk. Divê em li pêşberî modelekê ku Sûriyê ji sûriyan re vegerîne, bin. Li gel me modela Rêveberiya Xweser heye, ez texmîn dikim ku ev modela yekan e ku pişta xwe bidinê."

‛EM NABIN ALIYEK KU RÊVEÇÛNÊN BINKETÎ VEGERÎNIN’

Endamê Meclisa Serokatiya MSD’ê Sîhanok Dîbo wiha dawî li gotina xwe anî: "Li gorî metiqê diyalogê û hevdûqebûlkirinê alozî tê çareserkirin. Lê li gorî mijarên dûrxistinê û hewldanên dirêjkirina temenê aloziyê Sûriyê yan jî nêrîna li Sûriyê li gorî rengekî diyar û wê ber bi rêveçûnên diyar ve bibin, dê ji nû ve rêveçûnên binketinê dubare bibin. Ev mijar dê bandorên neyênî li Sûriyê bikin. Em MSD’ê nabin aliyekî wê û pişta xwe nadin wê. Divê çanda diyalogê pêk were, biryara rewa ya navneteweyî ya 2254 pêk were û ji nû ve sazmûniya van hemû rêveçûnan were kirin."

(fr)

ANHA