Qutkirina ava Firatê zirareke mezin da çandiya kunciyan

Cotkarên ji gundewarên Dêrazorê da zanîn ku piştî ava çemê Firatê hate kêmkirin, çandina kunciyan bi paş ket, her wiha qutkirina avê bû sedema kêmbûna berheman ku çavkaniya sereke ya ji sedî 90’ê şêniyên gundewarên Dêrazorê ye.

Qutkirina ava Firatê zirareke mezin da çandiya kunciyan
Qutkirina ava Firatê zirareke mezin da çandiya kunciyan
Qutkirina ava Firatê zirareke mezin da çandiya kunciyan
Qutkirina ava Firatê zirareke mezin da çandiya kunciyan
Qutkirina ava Firatê zirareke mezin da çandiya kunciyan
16 cotmeh, 2021   08:46
DÊRAZOR

Şêniyên hewza Firatê herî zêde debara xwe bi çandiniyê dikin, ji ber ku axa wê şûv e û lêçûn kêm e, bi taybet têkildarî kişandina ava avdanê. Îro çandinî li ser cotkaran barekî mezin e û rêbazên jiyana wan bi taybet piştî qutbûna ava Firatê asteng dikin, li gel wê jî bilindbûna buhayê madeyên çandiniyê ji ber ambargoya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye.

Kuncî berhemeke havînê ye û li hewza Firatê şîn dibe. Şênî wê wek berhemeke bazirganî dihesibînin, ji ber ku pêdiviya wê bi ava zêde tune ye û dema çandina wê 3 meh e, ji nîvê Sibatê yan jî dawiya wê dest bi çandina wê tê kirin. Lê pêdiviya axê bi hin cureyên semada pelan beriya vebûna kulîlkan heye.

Heta miqdara kêm a avê ji kunciyan re êdî ji mijarên dijwar e. Ji ber ku rêjeya ava çemê Firatê pir kêm bûye. Her wiha cotkar di dabînkirina wan madeyan de astengiyan dikişînin, lê were dîtin jî biha ye, ji ber ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ambargo heye.

Ji sedemên paşketina çandina kunciyan ew in ku cotkaran ji bo avdaniyê rêbazên din bi kar anîn; wek kolandina bîran, restorakirina kanalên avdanê, bilindbûna buhayê sotemeniyan û kêmbûna sinifên baş.

Têkildarî çandina kunciyan, cotkar Arif Ebdulhemîd El-Sibêxan ê ji Hecînê ya Dêrazorê li ser girîngiya çandina kunciyan û astengiyên li pêşberî vê mewsimê axivî û got: "Êdî pêdiviya çandiniyê bi ked û westaneke zêde heye ku lêçûnên wê bigirin. Gelek cotkar nikarin lêçûnên çandiniyên xwe bigirin, bi taybet piştî kêmbûna ava çemê Firatê. Li gorî par çandiniya kunciyan daketiye nîvî."

El-Sibêxan wiha domand: "Cotkdaran di avdanê de pişta xwe dida kanalên avdanê, lê ew bi temamî rawestî. Wê jî hişt xwedî projeyên mezin ji nû ve restore bikin. Bi wê re barekî madî yê mezin li ser cotkaran çêkir."

Li aliyekî din serokê beşa komeleyan a Gerînendetiya Çandiniyê ya Hecînê Xelîl El-Mihemed jî wiha got: "Kuncî ji berhemên sereke yên li herêma rojhilat in. Rûbera salane tê çandin ji 4 hezar heta bi 5 hezar donim e."

El-Mihemed ev yek anî ziman: "Berhema îsal ji sedî 50 li gorî salên berê kêm bûye. Sedemên vê yekê gelek in; jê jî nepeydakirina tovan bi awayekî guncaw, bihabûna semad û zêdebûna lêçûnên avdanê."

El-Mihemed wiha dawî li gotina xwe anî: "Bi awayekî normal her donim ji kuncî 100 heta 120 kîloyan derdixe. Lê îsal her donimekî 40 heta 50 derxistin û buhaya her kîloyekî 3 hezar û 800 lîreyê Sûriyê ye."

(fr)

ANHA