Di teqîna li Idlibê de du leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn

Di encama teqîna mayîna bi karwanê artêşa Tirk a dagirker ve ya li gundewarê bakurê Idlibê de du leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Di teqîna li Idlibê de du leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn
15 cotmeh, 2021   20:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) got, ji ber teqîna mayînê ya bi karwanê artêşa Tirk a dagirker ve du leşkerên Tirk hatin kuştin û 4 birîndar bûn.

Karwanekî artêşa Tirk a dagirker vê êvarê dema ku di ser rêya Kefreya- Marat Misrîn ê bakurê bajarê Idlibê re derbas dibû, mayînek pê ve teqiya.

ANHA