Navenda Şûştina Gurçikan ji gel û rêveberiyê re destkefiyek mezin e

Şêniyan teqez kir vekirina Navenda şûştina gurçikan a li bajarê Qamişlo, ji bo xizmeta welatiyan destkeftiyek mezin e.

Navenda Şûştina Gurçikan ji gel û rêveberiyê re destkefiyek mezin e
15 cotmeh, 2021   06:29
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Bi destpêkirina Şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û damezirandina Rêveberiya Xweser di 2018`an de her wiha avakirina gelek desteyên wê, rêveberiyê bi hemû derfetên xwe alîkariya civakê di hemû aliyên aborî, çandî, civakî, tenduristî û hwd de kir. Her wiha di peydakirina praniya pêdiviyên û daxwazên gel de roleke girîng lîst.

Yek ji desteyên rêveberiyê ku roleke pêşeng lîst, Desteya Tenduristiyê ye. Piştî ku warê tenduristiyê di dema hikumeta Şamê de hatibû paşguhkirin, Desteya Tendursitiyê ji bo pêşxistina xizmetên tenduristiyê li herêmê xebitî. Desteyê gelek navend û nexweşxane vekir ji wan Nexweşxanaya Jiyan-covid19, Nexweşxanaya Dil û Çav, kilînkên gel, navendên dest û lingên sinayî, her wiha ji ber pêwîstiya şêniyan, di 30`ê Îlona boîr de Navenda Şûştina Gurçikan vekir.

Desteya Tenduristiyê, Navenda Şûştina Gurçikan li taxa Eleya ya Qamişlo vekir û wekî gaveke destpêkê bêpere xizmetan pêşkêş dike. Di navendê de beşên “taqîgeh, cihê şûştina gurçikan, ambulans, dermanxane û odeyek ji bo parzûnkirina avê” hene.

ŞÊNÎ BI AWAYEKÎ ZÊDE BERÊ XWE DIDIN NAVENDÊ

Têkildarî mijarê, gerîndeyê Navenda Şûştina Gurçikan li Qamişlo Rafih Ebas ji ANHA`yê re diyar kir ku navend ji bo alîkariya şêniyan di aliyê tenduristî û madî de hate vekirin û wiha domand: "Piraniya nexweşên gurçikan diçûn nexweşxanaya Wetenî ya girêdayî hikûmeta Şamê, lê mixabin wê nexweşxaneyê nikarîbû pêwîstiya hemû nexweşan bi cih anîba, ji ber ku piraniya cîhazên tê de xirab bûbûn.”

Ebas teqez kir ku wan di navendê de xebatên xwe li ser du beşan bi rêxistin kirine. Yê yekemîn ji saet 08:00`ê sibehê destpê dike û yê duyemîn jî ji saet 12:00`an nîvro dest pê dike. Her rûniştinek nêzî 4 saetan didome. Ebas wiha pêde çû: "Heger rewşên awarte li navendê hebin kadroyê tenduristiyê heta saetên dereng dixebite."

Di navendê de 6 alavên pêşketî hene ji wan yek ji bo rewşên awarte ye.

Ebas di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Ji beriya ku navend bi awayekî fermî bikeve xizmetê, me dît ku şênî bi awayekî zêde berê xwe didê navendê. Beriya ku em navendê vekin jî gelek nexweşan serdana me kir û pirsa dema vekirina wê kir da ku dest bi dermankirinê bikin. Navend hemû nexweşên ji gund, bajarok û taxên bajarê Qamişlo , her wiha şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşwazî dike. Niha li navendê 25 nexweş têne dermankirin."

 ‘EM JI BO VEKIRINA NAVENDÊ PIR KÊFXWEŞ IN‘

Nexweşê bi navê Şevger Ebas ê ji bajarê Qamişlo, got wî di heftiyê de serdana 3 navendên şûştina gurçikan dikir û wiha domand: "Ev du salin nexweşiya gurçikan bi min re çêbûye. Dema min bihîst ku Navenda Şûştina Gurçikan ji aliyê Desteya Tenduristiyê ve hatiye vekirin min yekser berê xwe dayê da ku werim dermankirin."

Şevger Ebas wiha anî ziman: "Beriya niha Navendên Şûştina Gurçikan Ii herêmê ji bilî Nexweşxanaya Wetenî ya girêdayî hikûmeta Şamê tune bûn. Lê piraniya alavên wê xirabe û ne pêşketî ne. Ji ber wê jî pirsgirêkên tenduristî û vîrusî bi hin nexweşan re çêdibû. Lê Navenda Şûştina Gurçikan a girêdayî Rêveberiya Xweser xizmeteke baş pêşkêş dike û hemû alavên wê baş û pêşketî ne. Her rûniştineke ji bo şûştina gurçikan di navendê de bi qasî 10 rûniştinên li nexweşxanaya Wetenî ye."

Her wiha nexweşê bi navê Ebdulkerîm Silêman got ev cara sêyemîn e ku gurçikên xwe di navendê de dişo û diyar kir ku ev navend ji bo xizmeta welatiyan qezencek mezin e.

Silêman di axaftina xwe de, ji ber xizmetên ku pêşkêş dikin spasiya hemû bijîşk û hemşîreyên navendê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Lênîrena tenduristiyê ji aliyê bijîşkan ve pir baş e. Navend paqij e û hemû pêdiviyên tenduristiyê ji nexweşan re hatine peydakirin. Em bi vekirina vê navendê pir kêfxweş in.”

 (bx)

ANHA