QSD: Dengê ji Reqayê tê, ji ber şerê DAIŞ û hikumeta Şamê ye

QSD`ê got: "Dengê topbaranê yê ji derdora bajarê Reqayê tê bihîstin, ji ber şerê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û endamên rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst de ye."

QSD: Dengê ji Reqayê tê, ji ber şerê DAIŞ û hikumeta Şamê ye
14 cotmeh, 2021   20:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê têkildarî dengê topbaranê ku ji derdora Reqayê tê bihîstin daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Deng topbaranê û şerê bi çekên giran ku ji derdora bajarê Reqayê tê bihîstin, ji ber şerê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û endamên rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst de ye. Şer li derdora bajarê Resafa yê 35 km dikeve rojavayê Reqayê rû dide."

(bx)

ANHA