Yuksel Koç: Hêzên hegemon destekê didin êrişên bi çekên kîmyewî

Hevseorkê KCDK-E’yê Yuksel Koç da xuyakirin ku dewleta Tirk li pêş çavên tevahiya cîhanê bi çekên kîmyewî li dijî gelê Kurd komkujiyan dike û got “Dewleta Tirk bi desteka hêzên navneteweyî li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne."

Yuksel Koç: Hêzên hegemon destekê didin êrişên bi çekên kîmyewî
15 cotmeh, 2021   03:07
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENIZ

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan a Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç jî anî ziman ku piştî biryara sala 2014'an a civîna Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî ya Tirk, dewleta Tirk êrişên giran li dijî gelê Kurd û têkoşîna wê dike.  Yuksel Koç got: "Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ em nikarin ji êrişên dewleta Tirk a mêtinger û têkoşîna li dijî van cuda bibînin."

Yuksel Koç diyar kir ku dewleta Tirk sala 2015'an bi kûrkirina tecrîda li Îmraliyê şer da destpêkirin û wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê re xwest hem tecrîdê giran bike, hem jî dest deyne ser vîna gelê Kurd. Lê nekarî. Her wiha êrişên xwe yên li ser Rojava, Başûr û Bakur domandin. Dewleta Tirk  ji bo hebûna xwe biparêze, li dijî tevgera azadiyê ya Kurd û gelê Kurd dest bi qirkirinekê kir."

'GELÊ KURD LI HER DERÊ LI QADAN BÛ'

Yuksel Koç diyar kir ku di demekê de ku êrişên faşîzan zêde bûne pêngava "Dem Dema Azadiyê ya" li Kurdistan û Ewropayê hatiye hembêzkirin û got:  "Di serdema nû de kampanyaya azadiya fîzîkî ya rêber Apo derbasî merheleyeke din bûye. Gelê Kurd û dostên wan di çarçoveya pêngavê de li her derê li qadan in. Bi pêngavê re li her derê ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber Apo çalakî hatin lidarxistin. Di çarçoveya vê pêngavê de însiyatîfa azadiyê ji bo rêber Ocalan ava bû."

Yuksel Koç wiha berdewam kir: "Paradîgmaya neteweya demokratîk a rêber Apo di çarçoveya vê kampanyayê de gihaşt gel. Bi komploya sala 1998'an xwestin nehêlin felsefeya rêber Apo bigihêje cîhanê. Di sedsala 21'an de xuya ye ku felsefe û têkoşîna rêber Ocalan li tevahiya cîhanê belav bûye. Îro her kes qebûl dike ku rêber Ocalan di pirsgirêka Kurd de hêza çareseriyê ye û di demokratîkbûna Tirkiyê û çareseriya krîza Rojhilata Navîn de yek ji aktorên herî girîng e. Hemû kesên ku krîza modernîteya kapîtalîst dîtiye, bawer dikin ku rêber Apo dê bi paradîgmaya neteweya demokratîk bikare pirsgirêkê çareser bike. Ev hest ji aliyê gelên li her dera cîhanê ve tê qebûlkirin."

'PIŞTÎ PÊNGAVÊ ÊRIŞ ZÊDETIR BÛN'

Têkildarî zêdebûna êrişan piştî pêngava 'Dem Dema Azadiyê ye' Yuksel Koç wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker piştî têkçûna xwe ya li hemberî berxwedana gerîla ya li Garê, Metîna, Zê û Heftanînê dest bi êrişê kir. Gelek aktîvîstên ku li dijî van êrişan aştî parast, çûn Kurdistana Başûr. Li wir ji aliyê PDK'ê û hikumetên Alman ve hatin astengkirin. Serdanên cuda dewam kirin. Însiyatîfa Parastina Kurdistanê hat îlankirin. Gelê Kurd û dostên wan li her derê li dijî dagirkeriyê kampanyayeke hevgirtî da destpêkirin."

Li ser helwesta PDK'ê Yuksel Koç di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk piştî ku li pêşberî berxwedana gerîla nekariye bi pêş bikeve, bi destê PDK'ê hewl dide di navbera Kurdan de şer bide destpêkirin û got: "Hin hêzên di nava PDK'ê de ji bo berjewendiyên xwe piştgiriyê didin dagirkeran. Gelê Kurd û dostên wan di vê çarçoveyê de daxuyanî dan û bang kirin ku PDK dev ji helwesta xwe ya noker berde."

‘GERÎLA JI BO GELÊ KURD LI BER XWE DIDE'

Yuksel Koç destnîşan kir ku gerîla ji bo azadiya tevahiya gelê Kurd li dijî mêtingeran li ber xwe dide û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk her tim xewna Misaqî Mîllî tîne ser ziman. Dixwaze  Heleb, Kerkûk, Mûsil, Rojava û Başûrê Kurdistanê dagir bike. Yekane hêza ku li dijî van êrişan li ber xwe dide, tevgera azadiyê ye. Dewleta Tirk li pêşberî vê berxwedanê her cure çekan bi kar tîne. Artêşa Tirk ji bejahî ve nikare li hemberî gerîla bi pêş ve biçe û dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir. Gerîla ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên herêmê di nava azadiyê de bijîn, li ber xwe didin. Hemû kesên azadî û demokrasiyê diparêzin divê di vê çarçoveyê de berxwedana gerîla hembêz bikin û di her firsendê de piştgiriya xwe ya ji bo wan bînin ser ziman."

Yuksel Koç da xuyakirin ku gerîla bi berxwedana li çiyayên Kurdistanê re vîneke dîrokî afirandiye û wiha rave kir: "Dewleta Tirk dixwaze tevahiya Kurdistanê dagir bike. Lê belê berxwedana gerîlayên Kurdistanê nîşan dide ku dê negihêjin armancên xwe. Dewleta Tirk li hember berxwedana gerîla nikare bi pêş ve biçe û li pêş çavê tevahiya cîhanê çekên kîmyewî bi kar tîne. Bikaranîna çekên kîmyewî bi peymanên navneteweyî qedexekirî ye û di vê çarçoveyê de dewleta Tirk yek ji wan welatên e ku ev peyman îmze kirine. Li dijî welatên ku van çekan bi kar tînin, şer hatine kirin. Şerê li dijî Sedam Hisên ji ber ku çekên kîmyewî bi kar anîn, hate meşandin. Îro jî dewleta Tirk van çekên qedexekirî li dijî gelê Kurd bi kar tîne. Lê belê hemû saziyên mafên mirovan ên navneteweyî bê deng in. Rêxistina mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî û saziyên ku di vê çarçoveyê de xebatam dikin, bi hêza ku ji dewletan digirin, çav li qirkirina Kurdan digirin."

‘HÊZÊN HEGEMON DESTEKÊ DIDIN ÊRIŞÊN KÎMYEWÎ YÊN DEWLETA TIRK’

Yuksel Koç bal kişand ser ku ne pêkan e dewleta Tirk biryara bikaranîna çekên kîmyewî bi tena serê xwe bide û li pişt van êrişan hêzên hegemon ên navneteweyî hene û wiha dewam kir: "Divê gelê Kurd û dostên wan ji bo nîşandana vê siyaseta qirêjî çalakiyan li dar bixin û saziyên li ser vê mijarê dixebitin, bixin nava tevgerê. Her wiha di sala duyemîn a pêngava 'Dem Dema Azadiyê ye' de, di çarçoveya qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî de em ê bi gelek saziyan re bixebitin."  

Ji bo têkbirina desthilata faşîst a AKP-MHP'ê li çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî bakurê Kurdistanê, Yuksel Koç bang li her kesî kir ku bi awayekî aktîf cihê xwe di nava xebatan de bigirin û wiha lê zêde kir: "Çareseriya krîza li Rojhilata Navîn, azadiya fîzîkî ya rêber Apo ye. Di pêvajoya nû de gelên ku daxwaza demokrasî û azadiyê dikin, divê li dora paradîgmaya Ocalan a neteweya demokratîk bi xurtî bibin yek. Di 2'yê Cotmehê anku salvegera pêngavê de bi deh hezaran kes daketin qadan û nîşan dan ku divê pêngav di serdema nû de çawa bê meşandin. Gelê Kurd û dostên wan dê di serdema nû de ji bo parastina destkeftiyên berbiçav bêhtir tê bikoşin."

ANHA