​​​​​​​Nerazîbûna siyasetmedaran li dijî PDK'ê: Nebin werîsê destê dewleta Tirk

Siyasetmedarên ji Rojava bertek nîşanî PDK'ê dan ku li cem dewleta Tirk a dagirker disekine û êrişî gerîla dike û got "Êdî nebin werîsê destê dewleta Tirk, li kurdbûna xwe vegerin." Her wiha siyasetmedaran bang li ENKS'ê jî kir êdî nebe navgîna dagirkerî û qirkirinê.

​​​​​​​Nerazîbûna siyasetmedaran li dijî PDK'ê: Nebin werîsê destê dewleta Tirk
15 cotmeh, 2021   04:15
QAMIŞLO – HEVAL TAYLAN

PDK ku ji roja destpêkê ve bi hedefgirtina tevger û kesên ji bo azadiya Kurd tê dikoşin li cem qirkeran sekini û herî dawî li Xelîfanê 5 gerîla şehîd kirin. PDK ku destkeftiyên Kurdan ji bo partî û desthilata malbatî pêşkêşî dagirkeriyê kirine, hewldanên xwe yên ji bo tesfiyekirina birêxistinbûna Kurdên êzidî jî didomîne û hewl dide hêzên çekdar bişîne Şengalê.

Li hember hevkariya îxanetê ya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re siyasetmedarên Rojava got Kurdistan yek e û polîtîkayên PDK'ê zirarê didin hemû Kurdan.

/kr/uploads/files/2021/10/14/184137_bekir-mihemed-isa-.webp

Serokê Partiya Komarî ya Kurdistanê Bekir Mihemed Îsa bi bîr xist ku PDK bi helwesta xwe ya li hemberî PKK'ê îro jî mîna duh zirar da têkoşîna Kurdan û got: "Wek Partiya Komarî ya Kurdistanê em partiyeke herêmî û bêalî ne. Lê ya girîng ew e ku mirov rastiyê bibêje. PKK'ê li hemû parçeyên Kurdistanê şer kir û ji her parçeyî şehîd dan. Bêyî PKK'ê dê niha çeteyên mîna El Nusra û DAIŞ'ê li çiyayên Kurdistanê bûna. Em hemû ji ezmûnên berê dizanin ku PDK nikare erkê xwe yê parastina Kurdistanê bi cih bîne. Hîn jî tê bîra me ku dema DAIŞ'ê êrişî Şengalê kir, hêzên leşkerî yên bi hezaran çawa bêyî guleyekê biteqînin, reviyan. Heke tenê şehîdek jî bidana, me dê bigota "Ji bo parastina Şengalê şehîd ketin" lê tune ne. Reviyan û gelê me di nava lepên DAIŞ'ê de hiştin û bûn sedem ku jin li bazarên koleyan bên firotin.”

'PÊVAJOYA REFERANDUMÊ BAŞ TÊ ZANÎN'

Îsa hişyarî da ku polîtîkayên PDK’ê zirarê didin hemû Kurdan û got: "Heke îro li parçeyekî xiyanet hebe, ev yek bandorê li hemû Kurdan dike. Dema referandumê baş tê zanîn. Di heman demê de daxuyaniyên Erdogan hene ku diyar dikin ku li ku derê Kurdek hebe ew dijmin e."

Îsa bertekên tund nîşanî ENKS'ê jî dan û wiha axivî: "Tê zanîn ku ENKS her roj li Rojava dibe sedema pirsgirêkan. Wekî ku ev jî têrê neke, dibêjin ‘Me Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî rizgar kirin'. Nexwe here ofîsa xwe li wir veke. Tu çima nikarî vekî? Dê heta kengî vê bidomînin? Divê mirov hinekî xwedî namûs û şeref be."  

'PÊŞMERGEYÊN ROJ LI PIŞT ÊRIŞÊN LI SER GERÎLA HENE'

Mihemed Îsa têkildarî êrişa hêzên PDK'ê ku tê de 7 gerîla hatin şehîdkirin, got ew bawer dike ku pêşmergeyên Roj bi vê êrişê rabûne û wiha dewam kir: ''Hûn dizanin di êrişa PDK'ê de 7 hevalên me yên gerîla şehîd bûn. Wek Partiya Komarî ya Kurdistanê em di wê baweriyê de ne ku ev êriş bi tolhilandina bûyera ku pêşmergeyên Roj tê de beşdar bûn û 2 pêşmerge hatine kuştin, pêk hatiye. Ez di wê baweriyê de me ku hêzên leşkerî yên PDK'ê dê nekarin li eniya pêş li dijî kesî bisekinin."

Her wiha Bekir Mihemed Îsa bang li PDK'ê kir û got: "Êdî bes e, nebin werîsê destê dijmin."

'TIŞTÊ KU DEWLETA TIRK Û DAIŞ’Ê NEKARÎ BIKE, PDK DIXWAZE BIKE'

/kr/uploads/files/2021/10/14/184152_xell-osman.webp

Hevserokê Buroya Dîplomasiyê ya PYD'ê Xelîl Osman jî nerazîbûn nîşanî hewldanên PDK'ê yên bi zorê ketina Şengalê da û got: "3'yê Tebaxa 2014'an dema ku DAIŞ'ê bi desteka dewleta Tirk a faşîst êrişî Şengalê kir, hêzên PDK'ê tevî derfetên xwe yên leşkerî reviyan. Yê ku gelê Şengalê rizgar kir tevgera azadiya Kurdistanê bû. Piştî van hemûyan gelê Şengalê fêm kir ku divê bi rêxistin bibin û rêveberiya xwe ya xweser ava bikin. Ji ber ku civak encax xwe bi rêxistin bikin û wisa dikarin li dijî êrişan li ber xwe bidin."

Osman wiha berdewam kir: "Em îro dibînin ku PDK ku di sala 2014'an de reviya, dîsa bi çekên xwe yên giran hewl dide bikeve Şengalê. Tişta ku dewleta Tirk û DAIŞ'ê nekarîn bikin, PDK dixwaze bike û îradeya gelê Şengalê bişikîne, birêxistinbûna wan têk bibin. PDK dixwaze Fermana 75'an bîne serê êzidiyan. Lê belê civaka êzidî ne ya berê ye û bi berxwedan û israra xwe ya di jiyana azad de nîşan didin. Wek gelê Rojava, ji bo israr û têkoşîna wan a jiyana azad, em her tim li cem gelê Şengalê ne."

Osman diyar kir ku dewleta Tirk asê bûye û hewl dide bi Kurdan li dijî hev bi kar bîne û got: “Heke aliyekî Kurdan ji holê rabe, aliyê din jî ji holê radibe. Îro Şengal çi qas bi hêz be dê hemû Kurd bihêztir bin. Ji ber ku Şengal koka Kurdan e. Dema ku dijmin dixwaze vê kokê ji holê rake, nabe ku Kurdek alîkariyê jê re bike."

'DEV JI XIZMETA DIJMIN BERDIN'

Osman êrişa PDK'ê ya li dijî gerîla jî wek 'xizmeta ji dijmin re' bi nav kir û wiha pê de çû: "Ji bilî dijmin kesî sûd ji şerê di navbera Kurdan de wernegirt. Berê jî di navbera hêzên Kurd de pevçûn derketibûn. Dûre xeteke sor hat xêzkirin û gotin 'Li Kurdan qedexe ye ku xwîna Kurdan birijînin’. Lê îro gerîla bi destê pêşmergeyan şehîd dikevin. Em qebûl nakin, şermezar dikin. Ev xizmeta ji bo dijmin e. Divê PDK tavilê dest ji xizmeta dijmin berde û ji vê şaşiyê vegere.”

Xelîl Osman di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: "Divê tişta ku dijmin naxwaze, em wê bikin. Ew yekitiya Kurdan naxwaze, ji ber vê yekê divê em yek bin. Ew dixwaze Rêveberiya Xweser ji holê rake? Wê demê divê em rêveberiya xwe xurt bikin. Em bang li her kesî dikin ku xwedî li Şengal û gerîla derkevin. Gerîla zarokên vî gelî ne û ji bo Kurdan, ji bo hemû kesên azadiyê dixwazin, tê dikoşin."

/kr/uploads/files/2021/10/14/184116_abdulgani-omer-.webp

Berpirsê dîplomasiyê yê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Ebdulxenî Omer jî diyar kir ku çavê cîhanê li têkoşîna azadiyê ya Kurdan e, lê PDK di pozîsyonekê de ye ku têkoşînê xera dike û wiha axivî: “Ev êrişek e ku destkeftiyên tevahiya Kurdistanê, bi taybetî Rojava, bi xwe re dixe xetereyê. Li aliyê din, gelê Şengalê yê niha bi komployek din re rû bi rû ye ku vîna wan dike hedef. Hem êrişa li hemberî gerîla, hem jî komploya li hemberî Şengalê, destkeftiyên gelê Kurd dikin hedef.”

'LI HEMBERÎ ROJAVA JÎ HEMAN HELWEST'

Omer destnîşan kir ku helwesta PDK'ê ya li hemberî Rojava jî heman e û got: "Divê PDK polîtîkayên xwe yên li dijî Rêveberiya Xweser deyne aliyekî û êdî bes bibe pêlîstoka dewleta Tirk. Helwesta PDK'ê ya li hemberî rêveberiya li vir jî bi heman rengî ye. Her roj bi rêya ENKS'ê xebatên li dijî Rêveberiya Xweser pêk tîne.”

Ebdulxenî Omer herî dawî ev bang kir: "Jiyana azad mafê Kurdan e ku ew qasî berdêlan didin, ew qasî şehîdan didin. Ez bang li gelê me, rûspî, şervanên Kurd, pêşmergeyên berê û hemû kesên ji bo gelê Kurd dixebitin, dikim ku li dijî van rûdanan hemûyan helwesta xwe nîşan bidin." 

ANHA