ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-10-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-10-2021
14 cotmeh, 2021   23:00

-Çalakiya konvendê ya li deriyê sînor ê Sêmalka ya bi daxwaza radestkirina cenazeyên gerîlayên şehîd û şeremzarkirina hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk re berdewam dike.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Berdevkê Fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriya Îbrahîm Şêxo sûcên du mehên dawî yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li kantona Efrînê eşkere kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Diyalîzê ku ev çend roj in li bajarê Qamişloyê ji aliyê şêniyan ve bi elaqeyeke mezin tê nîşandan. Nexweşan diyar kirin ku vekirina vê navendê gaveke mezin e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- QSD'ê ku li ser bingehê parastina rewa, rêgezên niştimanî û peymanên navneteweyê yên girêdayî şer tev digire, gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyan rizgar kirin û têkoşîna li dijî dagirkeran û şaneyên çeteyan didomîne. Rûspî û siyasetmedar hêvî dikin ku ev hêz bibe bingehek ji hemû hêzên leşkerî yên niştimanî re. (BI WÊNE).

- Di dema hikumeta AKP-Erdogan de bi awayekî aktîf li dijî zarokên Kurd polîtîkayeke komkujiyê ya hat meşandin. Her raporeke li ser van komkujiyan, belgeyeke sûcan e. Pirsa girîng ew e ku hikumeta AKP'ê ya ku zarokên Kurd qetil dike, dê kengî û çawa bê darizandin? (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarên ji Rojava bertek nîşanî PDK'ê dan ku li cem dewleta Tirk a dagirker disekine û êrişî gerîla dike û got "Êdî nebin werîsê destê dewleta Tirk, li kurdbûna xwe vegerin." Her wiha siyasetmedaran bang li ENKS'ê jî kir êdî nebe navgîna dagirkerî û qirkirinê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseorkê KCDK-E’yê Yuksel Koç da xuyakirin ku dewleta Tirk li pêş çavên tevahiya cîhanê bi çekên kîmyewî li dijî gelê Kurd komkujiyan dike û got “Dewleta Tirk bi desteka hêzên navneteweyî li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne." (BI WÊNE).

- Endamê Komîteya Navendî ya PDKS`ê Gêlo Îsa têkildarî gefên dawî yên Erdogan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: "Dewleta Tirik dixwaze çavan ji ser pirsgirêkên xwe yên hundirîn bibe,rejîma serokatiyê ya Erdogan berdewam. Her wiha di hilbijartinan de bi ser bikeve û civaka tirkî razî bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Helbestvanê ji Filistînê Mehmûd Derwîş dibêje: "Dipirse: wateya peyva welat çi ye? Wê bibêjin: mal, dara tûyê, pînika mirîşkan, qendîla mêşên hingiv, bêhna nan û asîmanê yekemîn e.. û dipirse:  Ma gelo peyvek ji 3 tîpan têra van hemû gotinan dike û me pê asteng dike?

ANHA