Rêveberiya Xweser nirxê garisê zer diyar kir

Desteya Aborî û Çandinî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxê garisê zer diyar kir.

Rêveberiya Xweser nirxê garisê zer diyar kir
Rêveberiya Xweser nirxê garisê zer diyar kir
Rêveberiya Xweser nirxê garisê zer diyar kir
Rêveberiya Xweser nirxê garisê zer diyar kir
14 cotmeh, 2021   15:24
REQA

Hevserokatiya Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid bi Desteya Aborî û Çandinî re civiya. Civîn bi armanca diyarkirina nirxê garisê zer bi amadebûna cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Hesen Koçber, hevserokên desteyên aborî, şirîketa pêşxistina civaka çandinî û Koordînasyona Yekitiya Cotkaran  hate lidarxistin.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandinî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo axivî: "Me îro civînek ji bo diyarkirina nirxekî guncaw ji garisê zer li dar xist, ji ber ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê garis di asta duyemîn de piştî genim û pembo tê."

Barûdo diyar kir ku piştî pêşniyarên li ser mijarê hatin rakirin û ji aliyê Desteya Çandinî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hate lêkolînkirin, hezar û 100 lîreyên sûrî ji bo kîloyekê hate diyaririn.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo got, garis xwedî girîngiyeke mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û got: "Kargeheke me ya givaştina garisê zer li Reqayê heye, hêza wê 54 ton di saetekê de ye."

ANHA