​​​​​​​Piştî 70 rojan endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî hate berdan

Endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî ya ku di serê meha Tebaxê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatibû revandin û 70 roj in agahî jê nedihat stendin, hate berdan.

​​​​​​​Piştî 70 rojan endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî hate berdan
14 cotmeh, 2021   15:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera heftemîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şandeyek Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), çûbû serdana Şengalê. Endamên şandeyê ku ji Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, Seyran Ehmed Hesen pêk dihat, dema 5’ê Tebaxê ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de ji aliyê çekdarên PDK’ê ve li seytereya Kelekê hatibûn destgîrkirin.

Xewla Mihemed û Seyran Ehmed piştî 33 rojan di 6’ê Îlona 2021’an de bi biryara dadgehê û bi kefalet hatibûn berdan, lê Ciwana Ebdulbaqî nehatibû berdan.

Ciwana Ebdulbaqî piştî 70 rojan vê Pêncşemê hate berdan.