​​​​​​​Encûmena Ciwanên Kurd plansaziya xwe eşkere kir

Encûmena Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê nerazîbûnên xwe nîşanî kiryarên PDK`ê yên li hemberî gerîlayan da û diyar kir ku divê helwesta partiyên kurdî li hemberî dagirkeran bibe yek.

​​​​​​​Encûmena Ciwanên Kurd plansaziya xwe eşkere kir
14 cotmeh, 2021   16:20
QAMIŞLO

Encûmena Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê piştî demeke ji rawestandina karê pratîkî, îro civînek ji ragihandinê girtî li dar xist.

Encûmen bi daxuyaniyekê helwesta xwe derbarê qonaxa heyî ya ku Başûrê Kurdistanê tê re derbas dibe, her wiha hevkariya PDK`ê bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîlayanên HPG`ê ragihand. Di daxuyaniyê de plansaziyek jî hat eşkerekirin

Daxuyanî li navenda Encûmena Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê ya bajarê Qamişlo ji aliyê endamê Encûmena Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê Rodî Hesen ve hat xwendin.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

`Wekî îro berê du salan şervanên vî welatî li Serêkaniyê û Girê Spî ji bo rûmeta tevahî Kurdistanê li hemberî artêşa Tirk a dagirker di nava berxwedanê de bûn. Îro jî li gelek eniyên şer keç û xortên vî welatê li ber xwe didin. Di serî de gerîlayên HPG û YJA-Starê ku li Metîna, Zap û Avaşîn li ber xwe didin, em hemû berxwedêrên ku canê xwe ji bo parastin û rizgariya Kurdistanê dikin mertal silav dikin.

Wekî Encûmena Ciwanên Kurd em ji 2017’an ve di nava kar û xebatekê berfireh a ji bo yekitiya neteweyî de ne. Ji ber sedemên cuda ev çend mehan xebatê me ji aliyê pratikî ve kêm zêde sekinî bû. Herî dawî di meha Adarê de şandeyekî me çûbû serdana Başûrê Kurdistanê û li wir bi gelek partî, rêxistin û tevgerên ciwanan re hevdîtin kiribû. Li ser esasî soz û biryarên xwe yên berê û her wiha ji ber hesasiyeta pêvajoya niha em îro carekê din piştî demeke dirêj li gel hev kom bûn.

Em dibînin ku îro xeteriyek mezin li ser doza Kurd û Kurdistanê heye, dijminê me yê sereke, dewleta Tirk a dagirker û hêzên din ên dagirker ji her milî ve di nava hewldana derxistina şerekî navxweyî ya kurdan de ne.

`DIVÊ HELWESTA ME YA LI HEMBERÎ DAGIRKIRIYÊ YEK BE`

Di van mehên derbasbûyî de hinek hêzên kurdî, bi nav PDK, li hemberî gerîla li gelek deveran ketine nava liv û tevgerê, heta ku şehadet jî di encama vê yekê de çêbûye. Ev pêşketinên pir cidî û xeter in. Kiryarên bi vî rengî, ji bilî dijmin, xizmeta ti kesî nakin û em li ser vî esasî rica dikin ew hêz diyalog di nava xwe de dest pê bikin, li şûna ku ber bi şerekî nû ya navxweyî ve  biçin, di vê demê de şerekî berfireh di navbera gerîla û pêşmerge de derkeve, wê tenê yek yan du hêzan bandor neke, wê bi gelê kurd bi giştî bide winda kirin.

Divê ev were dîtin û li gorî vê gavên pêwîst bên avêtin. Wekî hêz û rêxistinên kurdî, nêrîna me ya siyasî çi dibe bila bibe, divê helwesta me ya li hemberî dagirkeriyê û ji bo parastina xakê yek be.

Di civîna xwe ya îro de me li ser gelek mijaran nîqaş kir û li gorî vê yekê me hem helwesta xwe ya hevbeş, hem jî plansaziya pêşiya xwe zelal kir. Li gorî vê em van xalan bi raya giştî re parvedikin:

1. Li hemberî dagirkeriyê, bi taybetî li dijî dewleta Tirk divê helwesta me yek be. Em yekitiya xwe li ser esasê dijminatiya xwe hemberî dagirkeriyê xurt bikin û pêş bixînin.

2. Di salvegera Berxwedana Rûmetê de em dilsoziya xwe ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê diyar dikin.

3. Ji bo danasîn û mehkumkirina sucên şer ên dewleta Tirk, bi taybetî di warê bikaranîna çekên kîmyewî li hemberî gelê Rojava, Başûr û gerîla de, em ê dest bi xebatê bikin.

4. Êrişên PDK li ser gerîla di van mehên dawî de ku di encama wan de 9 gerîla şehîd bûn em bi tundî şermezar dikin û em bang li PDK dikin ku demildest ji bo berjewendiyên Kurd û Kurdistanê dest ji van kiryaran berde.

5. Ji bo pêşxistina helwestên ciwan û civak ji bo yekitiya neteweyî di têkoşîna li hemberî dagirkeriyê de em ê xebatekê berfireh di van mehên pêşiya xwe de bimeşînin. Her wiha em ê komxebatek li ser vê mijarê di asta Rojavayê Kurdistanê de lidarbixin."

(sb)

ANHA