Şêniyên Efrînê sersaxî ji malbata şehîd Şiyar Şêxo re xwest

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê sersaxî ji malbata gerîlayê şehîd Şiyar Şêxo re xwestin.

Şêniyên Efrînê sersaxî ji malbata şehîd Şiyar Şêxo re xwest
Şêniyên Efrînê sersaxî ji malbata şehîd Şiyar Şêxo re xwest
Şêniyên Efrînê sersaxî ji malbata şehîd Şiyar Şêxo re xwest
Şêniyên Efrînê sersaxî ji malbata şehîd Şiyar Şêxo re xwest
Şêniyên Efrînê sersaxî ji malbata şehîd Şiyar Şêxo re xwest
14 cotmeh, 2021   14:02
ŞEHBA

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG), bi daxuyaniyekê  ragihand ku gerîla

Kezîban Yilmaz (Nûda Garzan), Emîne Yilmaz (Binefş Agir), Xelîl Elî (Şiyar Şêx) û Abdullah Ozgûr (Zinar Sorî) 30'yê Tebaxa borî di encama êrişa dewleta Tirk de li Şirnexê şehîd bûn.

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê ji Kurd, Ereb û Tirkmen li ber konê sersaxiyê yê ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve li ber mala malbata şehîd Şiyar Şêxo hatiye vedan, kom bûn.

Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, şehîdên Hêzên Parastina Gel (HPG) û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hate xemilandin.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre yek ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Îso sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û bal kişand ser rola şehîdan di parastina destkeftiyên şoreşê û têkbirina planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyê de.

Îso di berdewama axaftina xwe de bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker ku çekên kîmyewî li dijî gerîlayan bi kar tîne, şermezar kir û bang lê kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û hesab ji dewleta Tirk bixwaze.

Ji rêveberên Meclisa Kantona Efrînê Newroz Ehmed bang li gel kir ku yekitiya xwe ava bikin û li hember planên dagirkeriya Tirk serî hildin.

Newroz Ehmed bêdengiya navneteweyî ya li hember bikaranîna çekên qedexekirî yên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û Hêzên Parastina Gel şermezar kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide hebûna me bi awayên cûrbecûr tune bike û çekên qedexekirî, bikar tîne. Lê li hemberî vê yekê tu rêxistineke mirovahî û mafên mirovan bertek nîşan nedan."

Endama meclisa kantona Efrînê Şadiya Îbrahîm bal kişand ser xiyaneta PDK'ê û rola wê di şehîdbûna gelek welatparêzan de, wekî şehîd Şukrî Serhad. Her wiha hevkariya PDK'ê bi partiyên ku dixwazin me tune bikin re, şermezar kir.

Di dawiyê de endama Tevgera Perwerdeya Civaka Demokratîk Sêvîn Silêman wesîqeya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

(dx)

ANHA