ANHA'yê wê bernameyeke taybet li ser rewşa Idlibê û gefên dewleta Tirk biweşîne

ANHA'yê  wê vê êvarê bernameyeke taybet li ser rewşa Idlibê, danûstandinên dawî yên Soçî û gefên domdar ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê biweşîne.

ANHA'yê wê bernameyeke taybet li ser rewşa Idlibê û gefên dewleta Tirk biweşîne
14 cotmeh, 2021   13:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî geşedanên li Idlibê, encamên dawî yên danûstandinên Soçî yên di navbera Tirkiyê û Rûsya de, her wiha gefên domdar ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ajansa me wê vê êvarî bernameyekê biweşîne.

Bername wê saet 20:00'an li gorî dema Qamişlo, li ser rûpela malpera me û medyayên dîjîtal ên fermî yên ajansa me were weşandin. Mêvanê bernameyê endamê Desteya Serokî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Sîhanok Dîbo ye.

ANHA