Li Hesekê ji bo 5 şehîdan merasîmeke hate lidarxistin

Li goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê ji bo 5 şehîdan merasîmek hate lidarxistin.

Li Hesekê ji bo 5 şehîdan merasîmeke hate lidarxistin
14 cotmeh, 2021   14:51
HESEKÊ

Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Edurehman Siwêdan û Amir Ebdulhemîn El-Xidir ên 13'ê Cotmehê (Duh) dema erka xwe bi cih dianîn li Hesekê şehîd bûn, şervanên QSD'ê  Ferhad Arselan (Dogan Derdirî) û Mahir Yûnis (Zinar Til Temir) yên 27'ê Tebaxa borî li Eyn Îsayê şehîd bûn, bi merasîmekê hatin oxirkirin

Şêniyan cenazeyên her çar şehîdan ji ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî ji dehan erebeyan ku bi wêneyên şehîdan hatibû xemilandin ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê ve çûn.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Paşê ji fermandarên Erka Xweparastinê Hisên Koçber axivî.

Koçber got, bi saya keda şehîdan Rêveberiya Xweser û hêzên wê bûn mînaka avakirina pergaleke demokratîk li gelemperiya Rojhilata Navîn.

Koçber diyar kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di parastinê de xwe naspêrin aliyên derve, lê xwe dispêrin hêz û îradeya xwe ya azad û got: "Berdêl çi dibe bila bibe, em ê bi hêz û îradeya xwe tevahî herêmên dagirkirî rizgar bikin."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, endama meclisê Bedriya Hewala sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina xeta şehîdan da.

Endamê Meclisa Rêveber a Herêma Hesekê Ebdulxenî Oso girîngiya xurtkirina têkoşînê li hember planên dijber û parastina destkeftiyên şoreşê destnîşan kir.

Paşê Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya gerîla Newzad Mihemed (Agirî Tolhildan) eşkere kir. Newzad Mihemed di berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker de li herêma Zapê şehîd bû.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Mihemed nasnameya şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Cenazeyê şehîd Ebdurehman Siwêdan û Amir Ebdulhemîd El-Xidir  li goristana Şehîd Dijwar hatin veşartin, cenazeyê şehîd Ferhad ber bi Dêrikê ve hate şandin û wê li goristana Şehîd Xebat were veşartin. Cenazeyê şehîd Mahir Yûnis ber bi goristana Şehîdan a Til Temirê hate şandin.

ANHA