​​​​​​​Fîras Qesas: Êrişeke Tirkiyê ya muhtemel dê ne hêsan be

Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk Fîras Qesas got, gefên dawîn ên Erdogan ne nû ne û teqez kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe dê bersiva êrişên muhtemel ên dewleta Tirk bide.

​​​​​​​Fîras Qesas: Êrişeke Tirkiyê ya muhtemel dê ne hêsan be
14 cotmeh, 2021   00:49
NAVENDA NÛÇEYAN-MEDYA HENAN

11`ê Cotmehê, serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi civîneke çapemeniyê ya piştî civîna hikumetê li Enqereyê, dîsa gefa êrişkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar.

Têkildarî van gefan, serokê Partiya Nûjen û Demokratîk Fîras Qesas ji ajansa me re axivî. Qesas da zanîn daxuyaniyên Erdogan ên dawî û gefên wî, berdewamiya siyaseta dijminahiyê ya dewleta Tirk li hemberî herêmên Rêveberiya Xweser e.

Qesas wiha lê zêde kir: “ev gef ne nû ne. Erdogan baş dizane ku ew ne wekî berê ye û mercên ku berê dikaribû bi kar bîne, niha hatine guhertin.”

Li gorî Fîras Qesas, siyaseta Amerîka li hemberî herêmên Rêveberiya Xweser zelal û bi îstiqrar û dijminahiyên Tirkiyê li hemberî Rêveberiya Xweser red dike.

Qesas piştrast kir ku ger êrişeke muhtemel a dewleta Tirk pêk were, dê rastî berxwedana hêzên QSD`ê û gel were û wiha domand: “Hêzên Sûriya Demokratîk ji her dem zêdetir dikarin li hemberî êrişeke muhtemel a dijminê Tirk bisekinin. Hewldaneke dewleta Tirk a bi vê rengî dê ne hêsan be, ev hemû dihêlin gefên Erdogan bi ber bayê bikevin.”

Fîras Qesas diyar kir ku hêz û pêkhateyên herêmên Rêveberiya Xweser ji aliyê leşkerî, siyasî û derûnî ve wekî tê xwestin li hemberî van gefan disekinin û wiha pê de çû: “Di hemû rewşan de, dê rê nedin Tirkan û ajanên wan ku senaryoya Serêkaniyê û Girê Spî bêyî berdêlên giran ku nikarin tehmul bikin, dubare bikin.”

Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk da zanîn ku pêkhateyên herêmên Rêveberiya Xweser û hêzên wê ji her demê zêdetir yekgirtî ne, ne tenê ji bo bersivdayîna êrişên dagirkeriya Tirk lê belê ji bo vegerandina herêmên dagirkirî û bidawîkirina hebûna Tirkiyê li wir jî.

Fîras Qesas wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Dê Erdogan di hewldanên xwe de bi ser nekeve, lê belê dê xweragirtina herêmên me li hemberî sûcên Erdogan dê AKP`ê di civaka siyasî ya Tirkiyê de tune bike.”

(cx)

ANHA