Lêkolînerê Ermen: Pêdiviya me bi paradîgmaya Ocalan heye

Lêkolîner Nûbar Melkonyan got "Pêwîstî bi nirxandina paradîgmaya Abdullah Ocalan heye ku rê li ber rizgariya gelan ji sîstema kapîtalîst vedike" û bang kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kar û xebatên zêdetir û cudatir bên kirin.

Lêkolînerê Ermen: Pêdiviya me bi paradîgmaya Ocalan heye
14 cotmeh, 2021   04:18
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Rêber Abdullah Ocalan balê dikişîne ser pirsgirêka gelê Ermen û diyar dike ku “Avakirina Ermenistaneke biçûk li rojavayê Azerbêcanê, nabe çareseriya pirsgirêka neteweyî.” Her wiha diyar dike ku konfederalîzmeke demokratik, komunal ku gelek neteweyan digire nava xwe, ji bo Ermen û gelek gelen din dê çareseriyên guncaw peyda bike.

Gelê Ermen ku yek ji gelên qedîm ên herêmê ye, gelek qirkirin, komkujî û asîmîlasyon bi ser de hatin. Pirsgirêka komkujî û sirgûnkirina Ermenan hê jî didome ku ji aliyê hin dewletan ve wek jenosîd hatiye qebûlkirin. Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de ku li girtîgeha Îmraliyê û di nava tecrîdê de nivîsandine, ev pirsgirêk şîrove kiriye.

Rêber Abdullah Ocalan destnîşan dike ku pirsgirêka neteweyî ya Ermenan trajediyeke modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn e û dibêje: "Ermen gelekî qedîm ên herêmê ne. Deverên ku lê dimînin, bi piranî bi Kurdan re parve dikin. Çawa ku Kurdan debara xwe bi çandinî û sewalkariyê kiriye, Ermenan jî ev aborî li bajaran bi esnafiyê ev aborî xwedî kiriye û pê xwedî bûne. Aliyê hunerî jî çanda pêşketî temsîl dike. Tevî ku Kurd xwedî berxwedaneke bi heman rengî bûn jî, ji bilî mînakên demkî û pozîsyonel, zêde saziyên wan ên dewletî yên mayînde çênebûne. Ermen ji gelên xiristiyan ên destpêkê ne. Nasname û baweriya rizgariyê di vê yekê de roleke girîng dilîze. Mîna Cihûyan, nemaze bi nasnameyên xwe yên hunerî li dora qesran bi bandor bûne."

'SEDEMA NETEWEPERESTIYA BERTENG A ERMENAN BRÎTANYA YE’

Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku sedema rewşa heyî ya Ermenan netewperestiya berteng e û îşaret pê dike ku Brîtanya ji vê yeke berpirsyar e û wiha dibêje: "Ji bo ku Ermen îro pirsgirêkên xwe derbas bikin, divê dev ji netewperestiya berteng, netewperestiya olî û olperestiya xiristiyaniyê berdin. Vê yeke zirar da wan."

Rêber Abdullah Ocalan destnîşan dike ku piştî Cihûyan, diasporaya herî berfireh li cîhanê, ya Ermenan e û dibêje pirsgirêka Ermenen bi avakirineke Ermenistana biçûk çareser nabe. Nirxandina rêber Ocalan a têkildarî mijarê wiha ye: "Ermenan tevkariyeke mezin di çanda Rojhilata Navîn de kiriye ku heta 5 hezar salan şopên xwe hene lê sedsala 19'an heta sedsala 20'an ji ber komployên modernîteyê bûne qurbaniyên karesateke mezin. Avabûna Ermenistaneke biçûk li rojavayê Azerbêcanê nayê wateya çareseriya pirsgirêka neteweyî ya Ermenan. Ew nikare trajediya wan telafî bike. Ew ê her tim li welatê xwe yê ku winda kirine, bigerin. Lewma jî di roja îroyîn de wateya pirsgirêak Ermenan ev e; peydakirina welatê xwe yê jidestçûyî. Lê belê li cihê ku lê digerin, gelên din jî dijîn. Welatekê hinekan jê bistînin û bidin hinekên din, ev yek bi qasî ku şaş e, ew qas jî sûc e ku nayê efûkirin. Careke din tirsnakiya netewedewletê bi pirsgirêka Ermenan re derdikeve pêşiya me. Feraseta sînoran, hewldana çêkirina neteweyên homojen, sedema rastîn a vê tirsnakiyê ye. Sedema vê jî modernîteya kapîtalîst e. Feraseta ji xiristiyanî û modernîteyê pêk tê û şêweyê jiyanê, bi teê Ermenan xerc dike. Dijminên wan çi qasî namerd û faşîst bin jî, ji bo wan karekî jiyanî ye ku ne tenê sedemên qirkirinê yên li dijî wan kifş bikin, di heman demê de li rêyên nû jî bigerin."

PÊŞNIYARA RÊBER ABDULLAH OCALAN JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA ERMENAN

Rêber Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka gelê Ermen çareseriyê pêşkêş dike û wiha rave dike: "Li ser bingeha pirneteweyî, demokratîk konfederasyon dibe ku ji bo Ermenan û yên mîna wan çareseriyên herî îdeal pêşkêş dikin. Heke ew li hêmanên modernîteya demokratîk hûr bibin û xwe wek neteweya demokratîk a Ermenan nû bikin, dê rola xwe ya dîrokî di çanda Rojhilata Navîn de ji nû ve bi dest bixin û rêya rast a rizgariyê bibînin. Divê çareseriyên demokratîk ên ku ne li ser esas û pratîkên netewedewletê ne, tavilê bikevin rojevê. Ji bo pirsgirêka Ermenan divê ne tenê vekirina sînoran, di heman demê de wargehên komunal ên demokratîk jî hebin. Ji bo vê yekê hêsankarî dikarin çêbin.”

Nûbar Melkonyan ku li ser Komkujiya Ermenan lêkolînên dîrokê dike, li ser Komploya Navneteweyî û nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî gelê Ermen ji ajansa me re axivî.

Melkonyan bandora Komploya Navneteweyî ya li ser gelan, wiha şîrove kir: “Rêbertî nefes e, jiyan e. Xewna azadiyê ye. Çawa ku jiyaneke bênefes û bêxeyal bênefes, bê xeyal û lawaz be, jiyaneke bêyî Rêbertî jî bê nefes e. Dîlgirtina rêberê gerîla Abdullah Ocalan hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn valahiyeke mezin e ku nayê tijîkirin.”

'PÊWÎSTÎ BI PARADÎGMAYA WÎ HEYE'

Melkonyan diyar kir ku paradîgmaya rêber Abdullah Ocalan ji sîstema heyî ya kapîtalîst gelekî demokratîktir, adiltir e û paradîgmaya jiyana azad e û got: "Rastiyek e ku ev paradîgma bê guman dê bi pratîzebûn û jiyanîbûna xwe re gelekî baştir be. Gel dê bêhtir bibin xwedî azadî, fikir û pratîka pêkvejiyanê ya. Pêwîstiyeke teqez bi nirxandina vê paradîgmayê heye ku rê li ber xelasbûna ji pergala kapîtalîst vedike ku gelan difetisîne.”

'PIRSGIRÊKA ERMENAN NEAFIRANDINA RÊBERTIYEKE ŞOREŞGER E'

Melkonyan bal kişand ser nirxandina rêber Abdullah Ocalan ku sedemeke pirsgirêkên Ermenan nêrînên neteweperestiya berteng e û wiha pê de çû: "Helbet pirsgirêkên rojane û yên dîrokî jî hene. Pirsgirêka neafirandina rêbertiyeke şoreşger, pirsgirêka bingehîn a gelê Ermen ye. Pirsgirêk û pêwîstiya bi afirandina xeteke têkoşînê û birêxistinbûyînê ya bi xwendin û nirxandina rast a dîroka qirkirinê û birêxistinkirina Ermenên li Ermenistan, Sûriye û dîasporayê li ber çavan e."

Melkonyan îşaret pê kir ku ew rêber Abdullah Ocalan wek şoreşgerekî mezin ê Rojhilata Navîn dibine û diyar kir ku nêrînên wî ne tenê ji bo gelê Kurd in û wiha axivî: "Nêrînên konfederalîzma demokratîk wek projeya pêkvejiyanê gelekî hêja ne. Ez van wek nêrînên pêşverû dibînim û dipejirînim. Bi taybetî nirxên ku tê de nêrînên xwe yên li ser şerê gel û rêbertiya şoreşgerî afirandiye, gelekî watedar û hêja ne. Gelên ku dixwazin pêşengiyê ji şoreşa gel a demokratîk re bikin û stratejiya şerê gel li Rojhilata Navîn bibin serî, divê teqez lê binêrin, hîn bibin û pêk bînin."

Nûbar Melkoyan got: "Bê guman fikir û têkoşîna ji bo ji nû ve bidestxistina xakên dîrokî yên ji dest wan hatine girtin, dê ji bo çareserî û çareserkirina pirsgirêkên îro bibe bersiveke girîng. Xaka ku ji dest çûye, ne rojavayê Ermenistanê ye. Ya ku hatiye windakirin şaristaniyeke 5 hezar salî ye. Nirxên dîrokî û çand e. Ew axa dîrokî ya windabûyî û zimanê ermenkî yê bedew e. Misilmankirin û asîmîlekirina gelê Ermen e ku neçar kirine tev li çanda Ereb an jî Kurdan bibin. Ew e ku koçber bûne. Heke lêgerîna xwe li ser van windahiyên giran kûrtir bikin, dê bêhtir nêzî rastiyê bibin."

‘DIXWAZIN FIKIR Û VÎNA AZADIYÊ JI HOLÊ RAKIN’

Li ser armancên dewletên komploger ên domandina tecrîdê, Melkonyan got: "Biryardariya azad a gelê Kurd, dixwazin bi zext, zordarî, tunekirin û înkarê çavtirsandî bikin. Yek ji armancên tecrîdê jî israra dewleta Tirk a ji bo domandina polîtîkayên şovenîst ên nîjadperest ên li dijî azadî û li dijî gelan e. Dixwazin îrade û fikira azadiyê bişikînin. Ji bo şikandina hêviyê û bêîradekirina gelan, bi taybetî jî gelê Kurd, tecrîda giran dikin."

Melkonyan bang kir ku divê gel li hember van planan rabin ser pêyan û wiha dewam kir: "Di meha Îlonê de hevrê Gonzalo yê gerîlayê Perûyê di nava şert û mercên tecrîda giran de hat qetilkirin. Divê em di meha Cotmehê de rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin. Cotmehê meha şoreş û azadiyan e. Gelên Sovyetê bi Şoreşa Cotmehê re azad bûn. Ji bo têkbirina tecrîda giran, divê em wek gel ji her demê bêhtir tiştên cudatir bikin. Divê em teqez tiştekî bikin. Bersiva vê yekê di destê me de ye ku bi îdeala me ya azadiyê dê siberojê biafirîne."

'DIVÊ EM WÎ JI NAVA ŞERT Û MERCÊN TECRÎDÊ DERXIN'

Nûber Melkonyan her wiha diyar kir ku meha Cotmehê ji bo şoreşgerên Ermen jî meheke watedar e û di dawiya nirxandinên xwe de got: "Divê em rêberê tevgera PKK'ê ji wan şert û mercên giran ên tecrîdê derxin. Tu lîderekî gerîla ne hêjayî dîlgirtinê ye. Dijminên gelan, kedê û azadiyê layiqî wan deran in."

ANHA