​​​​​​​Arî Berwarî: Divê PDK’ê bavê min Bedel Berwarî serbest berde

Kurê girtiyê bi navê Bedel Berwarî, Arî Berwarî got: "Divê PDK’ê bavê min serberst berde. Bavê min rastî heqaret û zextên derûnî tê û gelek kîlo kêm kirine."

​​​​​​​Arî Berwarî: Divê PDK’ê bavê min Bedel Berwarî serbest berde
13 cotmeh, 2021   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN-MEDYA HENAN

Zextên li dijî çalakger, rojnameger, mamoste û her kesê hewl bide dijberiya siyasetên PDK’ê bike zêde dibin, bi taybet li herêmên di bin serweriya wê de.

Hêzên PDK’ê hemleyên girtin û serdegirtina malên kesayet, çalakgerên siyasî, mamoste û rojnamegeran pêk tînin. PDK’ê ji ber sedemên siyasî wan digire, mîna belavkirina tiştên ne li gorî wan li ser tevnên civakî yan jî beşdarbûna di xwepêşandanên li dijî dagirkeriya Tirk de.

Li gorî Rojnewsê, hêzên PDK’ê zêdetirî 25 kesan ji herêmên Behdînan û Hewlêê  girtine.

Her wiha li gorî agahiyên Seroka Şepêla Guhartin û cîgira Komîteya Mafên Mirovan a Başûrê Kurdistanê Gulistan Seîd ji Rojnewsê re di 29’ê Çileya borî de parve kirine, Asayîşa PDK’ê zêdetirî 70 kes xistine girtîgehên xwe, ji nav wan jî mamoste Bedel Berwarî û gelek rojnamegerên din mîna Şêrwan Şêrwanî, Guhdar Zêbarî, Umêd Beroşkî û Qehreman Şukrî hene.

Hêzên PDK’ê Umêd Beroşkî û Bedil Berwarî di 18’ê Tebaxa 2020’an di dema beşdariya wan li xwepêşandanan de girtin û gelek caran li pêş dadgeha Hewlêrê hatin dadgehkirin. Lê dozger rûniştina darizandina wan ji ber sedemên cuda bi paş xist.

Duyemîn Dadgeha Sûcan li Hewlêrê rûniştinên darizandina Beroşkî û Berwarî bêyî eşkerekirina sedeman dereng xistin. Rûniştina dawî di 12’yê vê Cotmehê de bû û heta 18’ê vê Cotmehê hat paşxistin.

Kurê mezin ê Bedel Berwarî, Arî Berwarî ji ajansa me re li ser sedemên girtina bavê xwe axivî û wiha got: "Bavê min di dema xwesteka çareserkirina krîza mûçeyan de hate girtin. Ji ber hikumeta Başûrê Kurdistanê ji gelek mehan ve mûçeyên wî nedabûn. Lê sedema sereke ya girtinê ew bû ku di tevî 5 hezar mamoste di Gulana 2020’an de beşdarî xwepêşandanê bû. Piştî 16 rojan hat berdan. Di 18’ê Tebaxê de desthilatên PDK’ê careke din ew girt û heta niha girtî ye."

Di Gulana 2020’an de li gelek parêzgehên Başûrê Kurdistanê mamosteyan li ser betalkirina biryara nedayîna mûçeyan xwepêşandan li dar xist. Xwepêşandêr li herêmên di bin serweriya PDK’ê de li Hewlêr û Behdînanê rastî astengiyên ewlehî û girtinê hatin.

Têkildarî darizandina Berwarî, Arî Berwarî wiha lê zêde kir: "Bavê min ji beriya salekê û 3 mehan ve girtî ye û heta niha nehatiye darizandin û bi buhaneyên cur bi cur tê paşxistin. Lê sedem eşkere ye ew jî tunebûna tu nîşaneyan li dijî wê ye."

Li ser azarên li dijî wê yên di girtîgehê de, Arî Berwarî wiha anî ziman: "Bavê min beriya girtinê 105 kg dihat, lê niha 41 kg e. Ji ber rastî şerekî derûnî û heqaretê tê."

Berwarî wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê PDK’ê bavê min serbest berde. Bavê min hewl dida peyamên aştiyê bida û banga pêkanîna mafên xwe dikir."

(fr)

ANHA