Li Qamişlo şehîd Mistefa Henan hat oxirkirin

Şêniyên Qamişlo cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mistefa Henan li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li taxa Enteriyê veşart. Di heman demê de Meclisa Malbatên Şehîdan merasîma xiyabî ya gerîlaya Tevgera Azadiya Kurdistanê Zinarîn Welat li dar xist.

Li Qamişlo şehîd Mistefa Henan hat oxirkirin
Li Qamişlo şehîd Mistefa Henan hat oxirkirin
Li Qamişlo şehîd Mistefa Henan hat oxirkirin
Li Qamişlo şehîd Mistefa Henan hat oxirkirin
Li Qamişlo şehîd Mistefa Henan hat oxirkirin
13 cotmeh, 2021   17:01
QAMIŞLO

Şêniyên Qamişlo şehîd Mistefa Henan ê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku di 11’ê Cotmehê de ji ber nexweşiyê şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşart. Di heman demê de merasîma xiyabî ya gerîlaya Tevgera Azadiya Kurdistanê Zinarîn Welat ku di encama êrişa kîmyewî ya artêşa Tirk a dagirker li dijî Avaşînê di 1’yê Îlonê de şehîd bûbû, li dar xist.

Karwana şehîdan ku ji dehan erebeyan pêk dihat ji pêş Meclisa Taxa Eneteriyê ya bajêr ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve kete rê. Dema karwan şehîd Mistefa Henan gihaşt goristanê bi sedan şêniyan pêşwaz kir.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Îsam Îbrahîm sersaxiya malbatên her du şehîdan xwest û soza şopandina rêça wan da.

Îbrahîm wiha got: "Em niha aliyekî siyasî yê xurt di mijara Sûriyê de bi saya şehîdan e. Dewleta Tirk lawaz bûye û di tecrîdeke navneteweyî dijî. Ji lew re divê em têkildarî şerê taybet hişyar bin."

Li aliyekî din jî endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fêroşah Remedan wiha got: "Îro îxanet û dijmin di yek xendeqê de şerê gelê Kurd dikin. Divê ew baş bizanin ku dê têk biçin."

Remedan da zanîn ku Zinarîn Welat li dijî dijmin û îxanetê li Avaşînê têkoşiya û wiha pê de çû: "PDK’ê bi tevkariya artêşa Tirk a dagirker îxaneteke mezin dike."

Remedan pirsî ku çima hûn li pêş têkoşîna ciwanan a li dijî artêşa Tirk disekinin û ev tişt got: "Her şehîdek serkeftina dîrokî ye. Dewleta Tirk û xayîn li pêş berxwedan û têkoşînê têk diçin."

Remedan wiha dawî li gotina xwe anî: "Dem hatiye ku tolê ji îxanet û dijmin hilînin."

Piştî axaftinê dengê şehîd Zinarîn Welat hat guhdarkirin û dayika wê sê caran ji bo xwesteka keça xwe tilîlî kir.

Piştre wesîqeyên her du şehîdan ji hêla endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Revîn Şêxmûs ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Paşê şehîd Mistefa Henan di nava tilîliyên dayikan de li goristanê hat oxirkirin.

(fr)

ANHA