Rojnamgeran hevrêyên xwe yên şehîd di salvegera wan de bi bîr anîn

Bi dehan rojnamegeran rojnamegera YPJ’ê Dilovan Gever, nûçegihanê ANHA’yê Hogir Mihemed, nûçegihandê Çira TV Mihemed Reşo ku di rêya eşkerekirina heqîqetê de şehîd bûbûn, di salvegera wan de bi bîr anîn.

Rojnamgeran hevrêyên xwe yên şehîd di salvegera wan de bi bîr anîn
13 cotmeh, 2021   17:36
QAMIŞLO

Bi dehan rojnamegeran berê xwe da Goristana Delîl Sarûxan ku hevrêyên xwe yên şehîd di salvegera wan de bi bîr bînin.

/ar/uploads/files/2021/10/13/170351_bnkyn-sydw.webp

Navên rojnamegerên şehîd wiha ne; nûçegihanê Çira TV Mihemed Reşo di 13’yê Cotmehê de li Serêkaniyê di êrişa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû, nûçegihanê ANHA’yê Hogir Mihemed tevî hevrêyên xwe Dilîşan Îbiş û Zirgar Idnemîş di 12’yê Cotmeha 2017’an de dema pêngava Bagera Cizîrê ya bi serkêşiya QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê di rizgarkirina rojhilatê Dêrazorê de dişopand, şehîd bûbûn, rojnamegera YPJ’ê Dilovan Gever.

Rojnameger li pêş gora şehîd Mihemed Reşo kom bûn û mûm pêxistin û dest bi merasîma her sê rojnamegeran bi deqeyeke rêzgirtinê kir.

Di merasîma bîranînê de, Hevseroka Yekitiya Ragihandina Azad Pangîn Seydo wiha got: "Di demekê de ku cîhan bê deng bû  û dagirkeriya Tirk sûc li dijî gelê me li Serêkaniyê û Girê Spî pêk dianîn, hevrêyên me yên şehdî û birîndar sûcên dagirkeriya Tirk bi kamereyên xwe belge dikirin. Niha jî encamên wê eşkere dibin û rêxistinên navneteweyî li ser sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê diaxivin."

/ar/uploads/files/2021/10/13/170412_mstfa-rshw.webp

Li aliyekî din jî rojnameger Mistefa Reşo, birayê rojnamegerê şehîd Mihemed Reşo wiha got: "Di her kêlî û çirkeyê de em ê têkoşîna xwe bilind bikin û xebata me ji bo wefadariya bi şehîdên ragihandina azad re ye."

/ar/uploads/files/2021/10/13/170332_blshyn-byrytan.webp

Li dawiyê, rojnameger Pelşîn Bêrîtan teqez kir ku ew ê şopa hevrêyên xwe bişopînin û dev ji kamereyên xwe bernadin û wiha got: "Çi dibe bila bibe em kêliyekê jî dev ji eşkerekirina heqîqetê bernadin. Em ê bi giyana wan ku tirs û dudilî ji eşkerekirina heqîqetê li eniyên pêş li gel QSD, YPG û YPJ’ê nizanî tê bikoşin."

(fr)

ANHA