Ji bo bîranîna Hevrîn Xelef û komploya navneteweyî çalakiyên cuda hatin lidarxistin

Şêniyên Tebqa, Minbic û Dêrazorê bi çalakiyên cuda banga hesabxwestinê ji sûcdarên şer ên ku Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef şehîd xist kir û komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Ji bo bîranîna Hevrîn Xelef û komploya navneteweyî çalakiyên cuda hatin lidarxistin
13 cotmeh, 2021   14:04
TEBQA

Li Tebqayê Yekitiya Jinên Ciwan bi hevkariya saziyên sivîl û partiyên siyasî meşek li dar xist. Meş ji pêşiya Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya dest pê kir û ber bi navenda çand û huner ve çû.

Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê, siyasetmedar, ronakbîrên wê û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan hate berzkirin.

Meş li pêşiya navenda çand û huner veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan Şeza Mihemed destnîşan kir ku tişta li dijî Hevrîn Xelef hate kirin û Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin berdewama komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e, da ku fikrê wî tune bikin û Rêveberiya Xweser ku yek ji encamên felsefeya wî ye, têk bibin.

MINBIC

Girêdayî mijarê şêniyên bajarê Minbicê li pêşiya stastyona El-Hemdûnî kom bûn û ber bi bexçeyê Şehîd Hevrîn Xelef ve çûn.

Meş li bexçeyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de berdevka Kombûna jinên Zenûbiya ya Minbicê Nesrîn El-Elî piştrast kir ku divê hesab ji sûcdarên şer ku siyasetmedara kurd Hevrîn Xelef şehîd xistin û sûcên ku li dijî şêniyên herêmên dagirkirî pêk tînin were xwestin.

Nesrîn El-Elî di axaftina xwe de peyamek ji jinên Girê Spî û Serêkaniyê re şand û ev tişt anî ziman: "Hûn sembola pêşengtî û fedayî ne. Em hevgirtî ne û tevahî şêweyên dagirkeriyê red dikin. Divê em bi hev re bixebitin da ku aştî pêk were û ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê bighêjin çareseriyeke siyasî."

DÊRAZOR

Li Dêrazorê jî Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef di salvegera şehadeta wê ya duyemîn de bi daxuyaniyekê bi bîr anî. Daxuyanî li pêşiya avahiya partiyê ya li bajarokê Mihêmediyê ji aliyê berdevka nivîsgeha jin Mûna El-Hemadî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gefên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêmê û xwesteka wê di berfirehkirina dagirkeriya xwe de, her wiha derxistina tevliheviyê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de, didomin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê kesayetên berbiçav hedef digire, weke Hevrîn Xelef û teqez kir ku wan bi çend guleyan jiyana Hevrîn bidawî kir, lê ew nikarin têkoşîna wê ku bi hezeran jin şopdarên rêya wê ne bi dawî bikin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/WBuBO-dN2vQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/gCGI0zxn3Bk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="676" height="380" src="https://www.youtube.com/embed/eBLWJ15MRbQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>