PDK..dîrokek bi xiyanetê dagirtî !

Dewleta Tirk di hedefgirtina kurdan de û derxistina tevlîheviyê di navbera wan de dudilî nabe û di vê yekê de PDK`ê û çekdarên wê li dijî Kurdan û Tevgera Azadiya Kurdistanê bikar tîne. PDK`ê jî xeta xiyanetê didomîne.

PDK..dîrokek bi xiyanetê dagirtî !
13 cotmeh, 2021   06:39
KOBANÊ

Kurdistan ku ji aliyê dewletên desthilatdar û dagirker ve hate parçekirin di Rojhilata Navîn de xwedî cihekî girîng e. Vê yekê hişt ku warê kurdan (Kurdistan) ji beriya sedsalan ve di nava dewlet û gelek împratoriyan de bibe qada şer.

Her çiqas ku li xwediyê axê li hemberî destwerdanên derve û êrişan rabibin jî, lê di hundir de xeta xiyanetê bi awayekî berçav derket holê. Ya ku îro zêdetir nûnertiya vê xetê dike PDK`ê ye. Siyasetên PDK û hevkariya wê bi dewleta Tirk a dagirker re ya ku eşkere dijminahiya kurdan dike, ji her kesî re eşkere ye.

PDK`ê êdî girêdayî dewleta Tirk û tu gavê bêyî erêkirina wê navêje.

PDK`ê di nava dîrokê de rêya girêdan û xwespartina li ser hêzên desthilatdar girtiye. Ji dema ku Tevgera Azadiya Kurdistanê hate damezirandin ve bûye lîstokvanekî serek di pêkanîna siyaseta dijmin li herêmê de.

Xiyaneta li Başûrê Kurdistanê di rêya PDK`ê de diyar dibe û ji ber vê yekê jî komkujî û êriş berdewam in.

Dîroka PDK`ê bi xiyaneta li dijî gelê Kurd dagirtî ye û êrişên ku artêşa Tirk bi hevkariya PDK`ê li dijî PKK`ê û hêzên azadiya kurdî pêk tîne, gavek ji bo vekirina rê li pêşiya êrişên li ser Başûrê Kurdistanê ye, her wiha ji bo avakirina hêzên leşkerî û istixbaratî ya girêdayî dewleta Tirk e.

Bi xurtbûna têkiliyên dewleta Tirk bi PKD`ê re, dewleta Tirk di Gulana 1992`an de êrişî Başûr kir. Artêşa Tirk di aliyê bejahî de êrişî herêma Behdînanê kir, paşê gelek êrişên din pêk anîn. Ji wê demê de dewleta Tirk baregehên xwe yên leşkerî li tevahî Başûrê Kurdistanê, ava kirin.

Dewleta Tirk zêdetirî 30 carî êrişî Başûrê Kurdistanê kir. Ev êrişî piştî sala 2017`an bidestekdayîna PDK`ê veguherî operasyonên dagiririnê ku heya roja me ya îro berdewam dike.

Her wiha hêzên PDK`ê ku hevkarên artêşa Tirk in, baregehên xwe li herêmên ku ji beriya 40 salî ve lê tune bûb, ava kiri.  Armanca wê ji vê yekê ew e ku PKK`ê tengav bike, agahiyên istixbaratî yên têkildarî tevgera PKK'ê bide dewleta Tirk. Ji vê zêdetir destê wê di şehîxistina gelek şervan û fermandarên PKK'ê de hebû.

'DEWLETA TIRK PKD`Ê WEKE AMÛREKÊ  LI DIJÎ KURDAN BIKAR TÎNE'

Di vê çarçoveyê de Hevseroka PYD`ê ya herêma Firatê Bêrîvan Îsamaîl wiha got: "Xeta xiyanetê ya PDK`ê di nava dîrokê de li dijî gelê Kurd bi giştî û Tevgera Azadiya Kurdistanê bi taybet, diyar e."

Bêrîvan Îsmaîl destnîşan kir ku dewleta Tirk PDK`ê weke alavekî li dijî Kurd û Tevgera Rizgariya Kurdistanê bikar tîne da ku tevlîheviyê di navbera kurdan de derxîne.

Bêrîvan Îsmaîl diyar kir ku PKD`ê her tim tevlîheviyan derdixe, xeta xiyanetê li dijî kurdan dimeşîne, naxwaze yekitiya Kurdan ava bibe. Her wiha da zanîn ku PDK'ê destekê didin hin partiyên kurdî da ku fitneyê li Rojavayê Kurdistanê derxîne, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe û berjewendiyên dewleta Tirk pêk bîne.

Bêrîvan Îsmaîl wiha domand: "Divê PDK`ê vegera rêya rast û dev ji rêya xiyanetê û danîna kemînan ji hêzên gerîla re berde, her wiha dev ji bikaranîna rêyên provakasyonê û derxistina şer berde û ji bo doza kurdî û mafên Kurdan û tevahî gelên bindest bixebite."

Hevseroka Meclisa PYD'ê ya herêma Firatê di axaftina xwe de bang li hemû malbatên şehîdan û gelê Kurd kir ku li hember xiyaneta li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê, destekê bidin gerîla.

RÊYA XIYANETÊ DIDOMÎNE

Artêşa Tirk di êrişên xwe li Başûr tu pêşketin bidest nexistiye. Ji ber vê yekê jî PDK`ê bikar tîne û her du êrişên leşkerî li dijî gerîla pêk tînin. Ji bo li hember vê yekê were sekinandin bangên gelê kurd ji PDK`ê re didome ku yekser dev ji vê helwestê berde.

Tevî ku KCK`ê gelek caran ji ber planên dewleta Tirk hişyarî da PDK`ê û got dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd tune bike, lê PDK`ê ev bang bi cih neanî û rêya xiyanetê didomîne.

(bx)

ANHA