Şehîd Hevrîn Xelef li herêma Firatê û Minbicê hat bibîranîn

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê û bajarê Minbicê, di salvegera duyemîn a şehadeta wê de sekertera partiyê Hevrîn Xelef bi bîr anî û soza şopandina rêya wê nû kir.

Şehîd Hevrîn Xelef li herêma Firatê û Minbicê hat bibîranîn
12 cotmeh, 2021   11:40
 KOBANÊ

Li herêma Firatê daxuyanî ji aliyê endama Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerjê ya herêma Firatê Ehlam Elî ve li qada avahiya Şaredariya Sirînê ya başûrê Kobanê hat xwendin û bi dehan endamên partiyê beşdarê bûn.

Li Minibicê jî seroka meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Zelîxa Ebidî li pêşiya navenda meclisa partiyê ya li navarasta bajêr dauxyanî xwend û endamên meclisa partiyê û rûspiyên eşîrên Minbicê beşdarê bûn.

Beşdaran wêneyên şehîd Hevrîn Xelef û alên Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Malbatên Şehîdan rakirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên xwe li djî herêmê nadin rawestandin. Bi wê yekê armanc dikin herêmên dagirkeriya xwe firehtir bikin û tirsê di nava gel de belav bikin.

Hedefgirtina Hevrîn Xelef li dijî hemû pîvanên mirovahiyê ye, ji ber Hevrîn ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li herêmê dixebitî.”

Di dewama daxuyaniyê de ev yek hate destnîşankirin: “Dibe ku karibin jiyana Hevrîn bi dawî bikin, lê belê nikarîbûn rêwîtiya wê ya têkoşînê bi dawî bikin, ku gelê herêmê bi îsrareke mezin li ser wê rêyê dimeşe.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate teqezkirin ku Partiya Sûriya Pêşerojê wê rêya Hevrîn Xelef û hemû şehîdên berxwedanê bişopîne heta ku aramî, azadî û demokrasiyê li herêmê pêk tîne û Sûriyeke azad, demokratîk û nenavendî ava dike.

Her wiha partiyê soz da ku dê têkoşîna xwe berdewam bikin û dê kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê eşkere bike, her wiha dê li ser sûcên wan li herêmê hesab ji çeteyên dewleta Tirk a dagirker bixwazin.

Sekeretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef tevî ajokarê wê Ferhad Remedan di 12`ê Cotmeha 2019`an de li ser rêya M4 ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagiker ve hatibû hedefgirtin.

(cx)

ANHA