Şerê di navbera hêzên hikumetê û çeteyan de dewam dike

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li Sehil Xab a bakurê rojavayê Hemayê bi hev ketin.  Hêzên hikumetê her wiha gundewarê başûrê Idlibê topbaran kir.

Şerê di navbera hêzên hikumetê û çeteyan de dewam dike
12 cotmeh, 2021   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Odeya Operasyonên Fetih El-Mûbîn li eniyên şer ên li herêma El-Emîqa ya Sehil Xab a bakurê rojavayê gundewarê Hemayê, bi çekên giran û navîn bi hev ketin.

Hêzên hikumeta Şamê jî deverên li Sifohin, El-Fetîra, Filêfil û Bênîn ên Çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê topbaran kir. Derbarên windahiyên canî de, agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Hêzên hikumeta Şamê yên li foca 46'an bi cih dibin, duh bi çekên giran bajarokên Tedîl, Kefer Nûran û Kefer Teal topbaran kiribûn. Di encamê de malên sivîlan hatibûn hilweşandin.

Her wiha hêzên hikumetê yên li bajarokê Kefer Nibul bi cih dibin, bajarokê El-Bare û Kensefra hedef girtibûn.

(dx)