Li Dêrazor û Hesekê 6 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

Yekîneyên Antî-Teror ên QSD`ê li herêmên Hesekê û Dêrazorê 3 operasyonên ewlehiyê li dar xistin û di encamê de 6 çeteyên DAIŞ`ê girtin.

Li Dêrazor û Hesekê 6 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
12 cotmeh, 2021   12:33
 NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî operasyonên hatine lidarxistin, QSD`ê li ser malpera xwe ya fermî ev agahî parve kirin:

“Di 8`ê Cotmehê de, yekîneyên taybet ên QSD`ê bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî li gundewarê rojhilatê Dêrazorê operasyoneke ewlehiyê li dar xist. Di operasyonê de çeteyekî DAIŞ`ê yê di fînansekirina şaneyan, veguhestina çekan û madeyên teqemeniyê û plankirina êrişên li dijî nuqteyên leşkerî û ewlehiyê de dixebitî, hate girtin.

Di 9`ê Cotmehê de jî, yekîneyên me li bajarokê Şeife yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê li dijî şaneyeke DAIŞ`ê operasyoneke ewlehiyê li dar xist. Di operasyonê de 4 endamên şaneyê, yek ji wan serçete hatin girtin. Her wiha çek, alavên leşkerî, teknîk û belgeyên bi wan re hatin desteserkirin.

Di dîroka 12`ê Cotmehê de, yekîneyên me tevê hêzên Koalîsyona Navneteweyî li gundewarê rojhilatê Hesekê operasyoneke ewlehiyê li dar xist. Di encama operasyonê de berpirsekî veguhestina pereyan ji malbatên DAIŞ`î yên li kampa Holê re, li derdorê bajarokê Holê hat girtin. Têkiliyên wê çeteyî bi gelek şaneyên terorîst re hebû û malbatên DAIŞ`î ji kampê derdixistin. Her wiha hin alavên leşkerî û belgeyên pê re hatin desteserkirin.

Ev operasyon di çarçoveya xebatên domdar û hevbeş di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî yên li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tên lidarxistin, armanc jê pûçkirina şaneyên DAIŞ`ê ye û rêgirtina li çalakiyên terorîst ên gefan li jiyana sivîlan û aramiya herêmê dixwin.”

(cx)