Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 322 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê îro ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 322 kesên din bi covid-19 ketine, 12 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 322 kesên din bi Koronayê ketin
12 cotmeh, 2021   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenurdistiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmê 322 kesên din bi Koronayê ketine, ew jî 193 mêr, 129 jî jin in û 11 kesên din baş bûne.

Bi van daneyan re, heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 30 hezar û 891 kes bi Koronayê ketine, hezar û 50 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 272 kes baş bûne.

(cx)