Rojnamevan Mame: Encamên hilbijartinan guhertinê çênakin

Hilbijartinên Iraqê ku diviyabû di 2022`yan de pêk bihatana, ji ber boykotkirinê li seranserê Iraqê rêjeya tevlêbûnê tenê ji sedî 41 e. Rojnamevan Şaswar Mame der barê encam û boykotkirina hilbijartinan de diyar kir ku bêhevîtiyeke mezin di nava gel de çêbûye û bi encamên hilbijartinan re dê tu guherîn çênebin.

Rojnamevan Mame: Encamên hilbijartinan guhertinê çênakin
12 cotmeh, 2021   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Encamê hilbijartinên Iraqê yên pêşwext duh hatin eşkerekirin. Li gorî encamên destpêkê yên Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê, Hevpeymana Sedr 73 kursî li parlamentoyê bi dest xistin û bû koma herî mezin a parlamentoyê. Li Başûrê Kurdistanê PDK 32, YNK 15, Newey Niwê 9, Yekgirtûy Îslamî 4, Komele 1 kursî bi dest xistin. Her wiha ji nava partiyên Başûr, 23 jin ji bo parlamentoya Iraqê hatine hilbijartin.

Hilbijartinên ku pêşwext çêbûn, ji aliyê welatiyan ve hat boykotkirin û ji sedî 41 tevlêbûn çêbû ku gelek ji wan jî dengên xwe şewitandine. Encamên hilbijartinan ji aliyê gelek partiyan ve hatin redkirin û ji bo betalkirina encaman serlêdan çêbûn.

Rêveberiya Xweser a Şengalê, li ser encamên hilbijartinan daxuyaniyek da û diyar kir ku ev hilbijartin ji aliyê gel ve nehatiye pejirandin û meşrûiyeta wê nîn e û got: “Ji destpêka dengdanê de pirsgirêk derketine, ji gel re astengî hatine derxistin û bi hezaran kesan nekariye dengên xwe bidin.”

PADÊ ji bo betalkirina encamên hilbijartinên Şengalê serî li Komîsyona Hilbijartinan a Nînewayê da û destnîşan kir ku di hilbijartinên li Şengalê de ji destpêkê ve pirsgirêk û astengî derketine, lewma 70 hezar kesî nekariye dengên xwe bidin.

YNK’ê jî li ser dengdanê ya li Hewlêrê nerazîbûna xwe nîşan da û ragihand ku ew encamên hilbijartinê yên li Hewlêrê red dikin.

Rojnamevan Şaswar Mame ku hilbijartin ji nêz de şopandin, anî ziman ku hikumeta ku nû bê lidarxistin dê nûnertiya hemû welatiyan neke.

‘BI NERAZÎBÛNA GEL PÊK HAT’

Mame bal kişand ser pevajoya lidarxistina hilbijartinan û got: “Hilbijartin piştî xwepêşandanên sala 2019`an pêk hatin. Wê salê li Iraqê û bi taybet jî li Bexdayê xwepêşandanên gelekî mezin pêk hatin. Di xwepêşandanan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da. Di bin wê zextê de hikumeta Iraqê hat hilweşandin û hikumeteke demkî hat avakirin. Piştî wê biryar hat dayîn ku hilbijartinên pêşwext çêbin. Diviyabû di sala 2022`yan de bihatana lidarxistin. Ev hilbijartin di bin bandora nerazîbûna gel de li dar ketin.

Ev hilbijartin di wextekê de ku li Iraqê pirsgirêk û kaosên mezin hene, çêbûn. Nakokiyên gelekî mezin, her wiha şerekî mezhebî di nava aliyên Iraqê de heye. Di navbera hikumeta Iraqê û hikumeta Başûr de nakokiyên mezin hene. Tevî vê jî pirsgirêkên jiyanî yên welatiyan roj bi roj zêde bûne ku bêkarî, nebûna kehrebeyê, nebûna aramiyê ku gelek komên çekdar li Iraqê çêbûne, li gel van rewşan ev hilbijartin çêbûn.”

PIŞTÎ SEDAM TEVLÊBÛNA HERÎ KÊM; JI SEDÎ 34 DENG

Der barê boykotkirina hilbijartinan û sedemên wê de Mame ev tişt anî ser ziman: “Asta boykotê gelekî zêde bû. Li tevahiya Iraqê û Başûrê Kurdistanê boykot di rêza yekem de bû. Di nava gelê Iraqê û Başûr de li dijî partiyên siyasî bêhêvîtiyeke mezin çêbûye. Baweriya wan bi sîstema siyasî, demokrasiya parlamenter nemaye. Çi dema hilbijartin pêk tên û hikumeteke nû çêdibe, pirsgirêkên welatiyan bi destê van partiyên ku bûne desthilatdar, nehatine çareserkirin. Gel jî êdî dibîne ku bi hilbijartinan guherîn çênabe. Ev boykot peyamek e. Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê behs dike ku ji sedî 41 kes tev li hilbijartinê bûne lê kesên ku aktîf deng dane, ji sedî 34 e. Gelek ji wan dengê xwe şewitandine û nayên hesibandin. Piştî Sedam Huseyîn cara yekem bi hejmareke wiha kêm hilbijartin çêdibin. Her wiha li herêma Başûrê Kurdistanê jî asta tevlêbûnê gelekî kêm bû û boykot di rêza yekem de bû. Ji sedî 75’ê hilbijêran hilbijartin boykot kirine ku bi bi siyaset û desthilatdariya Başûr bawer nîn in. Tenê ji sedî 25’ê hilbijêran dengên xwe dane. Ev encam gelekî balkêş in.”

‘HIKUMETA NÛ DÊ NÛNERTIYA HEMÛ WELATIYAN NEKE’

Şaswar Mame destnîşan kir ku ev hilbijartin dê hikumeteke xurt ava nekin û wiha lê zêde kir: “Ji ber asta tevlêbûnê gelekî kêm e, mirov nikare li bendê be ku piştî van hilbijartinan hikumeteke xurt çêbe û bikare hikumeteke mezin li Iraqê ava bike. Hikumeta ku were lidarxistin jî dê nekare nûnertiya tevahiya welatiyan bike. Ez ne Ii bendê me ku hikumeta nû bikare pirsgirêkan çareser bike. Ez ne bawer im ku hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê vê boykotkirinê fêm bikin û guherînekê çêkin, bi awayekî cidî li ser projeya nîştimanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan li hev bikin. Ji ber ku nakokiyên gelekî mezin di navbera aliyan de hene. Her wiha partiyek tenê nikare hikumetê pêk bîne, divê koalîsyonek çêbe û ev koalîsyon ji aliyê kê ve pêk tê û ev alî çi qas dikarin sozên dane welatiyan û pirsgirêkên heyî çareser bikin. Ez ne bawer im guhertinên bingehîn çêbin.”

ANHA