​​​​​​​Ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re parêzeran serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serlêdaneke nû kirin.

​​​​​​​Ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re parêzeran serlêdan kir
12 cotmeh, 2021   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan û xwestin hevdîtinê bi rêber Abdullah Ocalan re bikin.

Serlêdan ji aliyê parêzerên rêber Abdullah Ocalan, Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî ve hate kirin.

Heman daxwaz û serlêdan ji aliyê parêzerên girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ve jî hate kirin.