​​​​​​​Rojnameyên Erebî: Sûriyê di navenda pandemiya Koronayê de ye

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de têkildarî belavbûna zêde ya vîrusa Korona li Sûriyê û hilbijartinên Iraqê nivîsîn.

​​​​​​​Rojnameyên Erebî: Sûriyê di navenda pandemiya Koronayê de ye
12 cotmeh, 2021   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

SÛRIYÊ DI NAVENDA PANDEMIYÊ DE YE Û METIRSIYÊN KARESATEKE TENDURISTÎ HENE

Rojnameya El-Beyan di kar û barên Sûriyê de wiha nivîsî: “Ruxmî ku bandora Koronayê li ser aseta cîhanê kêm bûye, lê hîna jî Sûriyê di navenda pandeniyê de ye. Korona li Sûriyê zêde belav dibe, xizmetên tenduristiyê kêm in û tedbîrên xweparatinê nayên girtin. Li parêzgeha Lazîqiyê hejmara pêketiyan zêde bûye, nexweşxane bi nexweşan hatine dagirtin û hin nexweş bo nexweşxaneyên parêzgehên derdorê tên veguhestin. Li gel vê rewşê metirsî hene ku warê tenduristiyê têk biçe.

Çalakvanan belavbûna berfireh a Koronayê spart xizmetên tenduristiyê yên kêm, kêmbûna dermanan li nexweşxaneyên hikumetê û tunebûna tedbîrên pêwîst. Ji ber wê rewşê, hejmara pêketiyan zêde bû û ji ber tunebûna derman û vîtemînan, rewş metirsîdar e. Li gorî çavkaniyên tenduristiyê yên xwecihî, tenê di hefteyekê de zêdetirî 200 kes bi Koronayê ketine, ku nexweşxane nikarin vê hejmarê pêşwazî bikin. Ji wan herî zêde ciwan û xwendekarên dibistanan bi vîrusê dikevin û hişyariyên ji karesateke tendurstiyê hene.

Li herêmên bakur rojavayê Sûriyê jî anku herêmên di bin serwriya komên çekdar de, ji ber pêla çaremîn a Koronayê ku di destpêka Tebaxa borî de destpê kiribû, 667 kesan jiyana xwe ji dest da. Her wiha di du mehan de zêdetirî 49 hezar kes bi Koronayê ket.”

DI HILBIJARINÊN IRAQÊ DE; SEDIR BI SER KET, HEVALBENDÊN ÎRANÊ BI BIN KETIN

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî têkildarî hilbijartinên Iraqê wiha nivîsî: “Li gorî encamên destpêkê yên hin parêzgehên ku duh encam lê hatine eşkerekirin, diyar dibe ku bloka Sedir ya bi serokatiya Muqteda Sedir di hibijartinan de serkeftinek mezin bi dest xist. Li hembreî wê, hevbendiya Fetih ku piraniya hêzên Heşd Şabî ya hevalbenda Îranê digire nava xwe, binkeftineke mezin jiyan kir.

Li gorî encaman, li piraniya parêzgehên navarast û başûrê Iraqê yên piraniya niştecihên wan Şîa ne, bloka Muqteda Sedir li pêş e û tê pêşbînkirin ku li Bexdayê hejmara herî zêde ji hejmara kursiyan a giştî (69) bi dest bixe. Tê pêşbînkirin ku hejmara giştî ya kursiyên ku bloka Sedir bi dest bixe, bigihêje zêdetirî 75`an. Di wê rewşê de heke bibin bloka herî mezin di parlamantoyê de, dibe ku serokatiya wezaretê jî bi dest bixin.

Li gorî encamên wan di hilbijartinên berê de, xuya ye ku koalîsyona “dewleta qanûnê” ya bi serokatiya serokwezîrê berê Nûrî El-Malikî pêşketineke berçav pêk aniye û nêzî 35 kursî bi dest xistine.

Hevbendiya “hêzên dewletê” ya ji serokê şepêla El-Hikmê, Emar El-Hekîm û serokwezîrê berê Heyder Ebadî pêk tê, diyar e ku bin ketiye. li gorî encamên destpêkê, wê hevbendiyê tenê nêzî 20 kursiyan bi dest xistiye.

Li parêzgehên ku piraniya niştecihên wan Sunî ne, hîna encam zelal nebûne ji ber ku encamên hilbijartinan bi temamî nehatine eşkerekirin, bi taybetî li parêzgehên Bexda, Besra û Enbar.”

(cx)