Şêniyên Qamişlo û endamên TEV-ÇAND'ê çalakaiya konvedanê dewr girtin

Şêniyê navçeya rojhilat a bajarê Qamşlo û endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê çalakiya konvedanê ya li dergehê Sêmalkayê dewr girtin.

Şêniyên Qamişlo û endamên TEV-ÇAND'ê çalakaiya konvedanê dewr girtin
Şêniyên Qamişlo û endamên TEV-ÇAND'ê çalakaiya konvedanê dewr girtin
Şêniyên Qamişlo û endamên TEV-ÇAND'ê çalakaiya konvedanê dewr girtin
Şêniyên Qamişlo û endamên TEV-ÇAND'ê çalakaiya konvedanê dewr girtin
Şêniyên Qamişlo û endamên TEV-ÇAND'ê çalakaiya konvedanê dewr girtin
Şêniyên Qamişlo û endamên TEV-ÇAND'ê çalakaiya konvedanê dewr girtin
Şêniyên Qamişlo û endamên TEV-ÇAND'ê çalakaiya konvedanê dewr girtin
Şêniyên Qamişlo û endamên TEV-ÇAND'ê çalakaiya konvedanê dewr girtin
Şêniyên Qamişlo û endamên TEV-ÇAND'ê çalakaiya konvedanê dewr girtin
11 cotmeh, 2021   16:15
QAMIŞLO

Çalakiya konvendê ya li derehê Sêmalkayê di roja 7'an de berdewam dike. Çalakî ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ve bi daxwaza radestkirina cenazeyê gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne û ji bo şermezarkirina kiryarên PDK'ê hatiye organîzekirin.

Şêniyên navçeya rojhilat a bajarê Qamişlo û endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê çalakiya roja 7'an dewr girtin.

Girse bi tilîliyên dayikan û diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla ji qada dergehê ber bi konê çalakiyê ve meşiyan. Her wiha wêneyên gerîlayên di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûn hatin hildan.

Meş li ber kon veguherî mîtîngê û ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin û çalakiyeke hate lidarxistin.

Dayikên Aştiyê jî nameyeke radestî rêveberiya dergehê Pêşxabûr kirin ji bo ku ew jî ji PDK'ê re bişînin.

Dayikên Aştiyê dê di bin kon de çalakiyê berdewam bikin heya ku PDK'ê cenazeyên şehîdan radest bike.

Tê payîn ku dê sibe endamên PYD'ê û şêniyên navçeya rojava ya bajarê Qamişlo çalakiyê dewr bigirin.

ANHA