Li Dêrazorê yekemîn navenda giştî ya Asayîşa Jin hate vekirin

Yekemîn navenda giştî ya Asayîşa Jin li herêma Sebhe Kîlo ya gundewarê Dêrazorê hate vekirin.

Li Dêrazorê yekemîn navenda giştî ya Asayîşa Jin hate vekirin
11 cotmeh, 2021   16:06
DÊRAZOR

Nûnerên meclisên sivîl, herêmî û hêzên leşkerî beşdarî merasîma vekirina navendê bûn. Di merasîmê de axaftin hatin kirin û vekirina navendê li şêniyên herêmê nexasim li jinan hate pîrozkirin.

/ar/uploads/files/2021/10/11/152816_dalyda-krkwkly.webp

Di merasîmê de endama navneda giştî ya Asayîşa Jin li Dêrazorê Dalîda Kerkûklî wiha axivî: "Me îro navenda giştî ya Asayîşa Jin li herêma Dêrazorê vekir, ev navend dê berpirsa navendên din ên jinan li Dêrazorê be."

/ar/uploads/files/2021/10/11/152716_aml-ahmd.webp

Her wiha endama arşîfa giştî ya Asayîşa Jin Emel Ehmed El-Hisên jî ev tişt got: "Armanc ji vekirina navenda giştî ew e ku çavdêrî û koordîneyê di navbera hemû şaxên navendên Asayîşa Jinê û navenda giştî de hebe. Her wiha sicil û arşîfên hemû navendan li navenda giştî bi hêsanî werin komkirin û ew jî berpirsa hemû sicila ye."

Emel  El-Hisên vekirina navendê li hemû jinên herêmê pîroz kir û got, navenda giştî û navendên din dê cihê pêşwazîkirina gazincên jinan û parastina wan bin.

(bx)

ANHA