Şehîd Hevrîn Xelef li Helebê hate bi bîranîn

Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef di salvegera şehadeta wê ya duyemîn de li Helebê bi semînrekê hate bîranîn.

Şehîd Hevrîn Xelef li Helebê hate bi bîranîn
11 cotmeh, 2021   14:33
HELEB

Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef, tevî ajokar û alîkarekî xwe 12'ê Cotmeha 2019'an di kemîneke çeteyên dewleta Tirk de ser rêya di navbera Minbic û Qamişloyê de şehîd bûbû.

Bi boneya salvegera duyemîn a şehadeta Hevrîn Xelef, Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê semînerek li hola civînan a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê da. Semrîna bi diruşma "Bi têkoşîna Hevrîn Xelef em ê dagirkeriyê têk bibin û atşiyê ava bikin"  bi beşdarbûna bi dehan nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî hate dayîn.

Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Xalîde Ebdo behsa têkoşîna şehîd Hevrîn Xelef û rola wê di aliyê siyasî de kir û wiha got: "Du sal di ser şehîdxistina sembol û yasemîna Sûriyê re derbas dibin. Hevrîn Xelef canê xwe di oxira avakirina Sûriyê û rizgarkirina herêmên dagirkirî de da."

Xalide Ebdo diyar kir ku siyasetmedar Hevîn Xelef ji aliyê koma çete ya Ehrar El-Şerqiye ve ya ku desteka xwe ji dewleta Tirk digirin ve hate hedefkirin û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk bi navê kaniya aştiyê êriş pêk anîn, lê kaniya ku behsê dike kaniya xwîn û wêraniyê ye. Ji ber ku Hevrîn dagirkiriya Tirkiyê ya li Sûriyê şermezar dikir ew şehîdxistin. Her wiha xwestin bi şehîdxistina wê Partiya Sûriya Pêşerojê tune bikin ku nûnertiya nasameya Sûriyê û bi hemû ziman û ol û gelên wê dike."

'HEVRÎN XELEF SEMBOLA TÊKOŞÎNA AŞTÎ Û AZADIYA GELAN E'

Xalîde Ebdo got: "Şehîdxistina Hevrîn Xelef bandor li tevahî cîhanê kir, ji ber ku Hevrîn sembola têkoşîna aştî, azadiya gelan û yekitiya wê ye."

Li ser têkoşîna şehîd Hevrîn Xelef Xalîde Ebdo ev tişt anî ziman: "Rola şehîd Hevrîn Xelef bi biryardayînê de xurt bû. Bagana wekheviya di navbera jin û mêr de di tevahî qadan de dikir, her wiha banga têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan dikir û xurtkirina rola jinan di siyasetê de dikir."

Xalîde Ebdo wiha gotina xwe bi dawî anî: "Divê jin bibin yek û asta têkoşîna xwe bilind bikin ku sûcdarên şer werin muhasebekirin."Her wiha soza şopandina rêya şehîdan û temamkirina rêça Hevrîn Xelef heta rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî û parastina destkeftiyan da.

Di dawiya semînerê de sînevîzyoneke li ser jiyana şehîd Hevrîn Xelef hate pêşandan.

(fr)

ANHA

<iframe width="676" height="380" src="https://www.youtube.com/embed/kgJsw86OnCU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>