​​​​​​​Bi sed hezaran beşdarî hashtag #FreedomForOcalanNow bûn

Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê têkildarî kampanyaya hashtagê ya #FreedomForOcalanNow diyar kir ku 507.300 nivîs li ser platforma twitterê hatine parvekirin û got, "Ev tenê destpêkeke. Heta deriyên girtîgeha Îmraliyê vedibin û birêz Ocalan bi awayek fîzîkî azad dibe, wê têkoşîna me bidome."

​​​​​​​Bi sed hezaran beşdarî hashtag #FreedomForOcalanNow bûn
11 cotmeh, 2021   13:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê têkildarî kampanyaya hashtagê #FreedomForOcalanNow, ku di navbera 8-10'ê Cotmehê de pêk anî daxuyanî da. Meclisê destnîşan kir ku 507,300 parvekirin li ser platforma twitterê hatin parve kirin û zêdetirî yek mîlyon parvekirin li ser hesabên Facebook û Instagram hatin parvekirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Weke Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê kampanya bi durişma ‘Ji Abdullah  Ocalan re Azadî ya Niha’ ku bi hashtaga #FreedomForOcalanNow me dayî destpêkirin, di sê rojan de weke pêlekê xwe gihand girseyek mezin a gelan. Kampanya ku di heman demê de li 30 welatan hatî destpêkirin, di platformên medya dîjîtal yên weke Facebook, Instagram û Twitter’ê de bi milyonan kes beşdar bûn. Akademîsyen, nivîskar, siyasetmedar, sendîkavan, parêzvanên mafên mirovan, parlamenter, partiyên siyasî û nûnerên ji beşên civakê yên cûda  ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ketin tevgerê.

Çalakiya me karî bi milyonan kesan li ser medya dîjîtal bi awayek rêxistinkirî bixe tevgerê û zanîna yekdestî ya hêzên desthilatar bişkîne. Bi vî awayî ev çalakî ketiye dîrokê. Cara yekem e, ew qas mirov ji deverên cûda yên cîhanê, ji gelên cuda, zimanên cuda, bawerî û beşên civakên cuda ji bo armancekê di medya dijîtal de tên gel hev.  Pir zelale ku mîmarê vê serkeftinê Birêz Abdullah Ocalan e. Nirxên azadîxwaz, demokratîk û gerdûnî yên nûnertiya wan ew dike, bûye xuliqkarê pêla azadiyê ya li hev civandina bi milyonan kesan.

Hêzên navneteweyî yên mîmarê komplogeriya li dijî birêz Ocalan in, her çendî ku ji bo astengkirina banga #FreedomForOcalanNow ya bi rêxistina dîrokî ya gelan pêkhat,  serî li gelek rê û rêbazan dan jî, nekarin biserbikevin.  Kombûna bi milyonan kesan li derdora durişma daxwaza Azadiya birêz Ocalan û encama ku derketiye holê, hemû qedexe û sansûr perçekirin. Hema bêje li her aliyekê cîhanê daxwaza Azadiya birêz Ocalan mohra xwe li rojevê da û giha bi deh milyonan kesan.

Di serî de li Tirkiyeyê û li gelek welatên din yên cîhanê bi zanabûn, daxwaza Azadiya birêz Abdullah Ocalan nexistin rojeva medya dijîtal. Hesabên hezaran şopîneran hatin girtin, nehiştin gelek peyam bikevin sîstemê û sansûrek ya heta niha di medya dijîtal de nehatî dîtin pêk anîn. Li rexmî vê jî, tenê li ser platforma Twitterê 507.300 parvekirin hatin kirin, her wiha di platformên medya dîjîtal yên weke Instagram û Facebookê de jî bi milyonan kesan hashtaga me parve kir. Bi vî awayî banga Azadiya Abdullah Ocalan veguherî tevgereke cîhanî ya wijdanî û demokrasiyê.

Weke Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistan, em hemû aktîvîst û dostên di medya dijîtal de tevahiya sê rojan bi hestiyariyek mezin piştgirî dane kampanya me silav dikin. Ev kampanya me ji bo azadiya birêz Ocalan dayî destpêkirin, tenê destpêkeke. Heta deriyên girtîgeha Îmraliyê vedibin û birêz Ocalan bi awayek fîzîkî azad dibe, wê têkoşîna me bidome. Em ê îdia û biryardariya xwe xurt bikin, bi milyonan kesên îro li hev civiyan, em ê bigehînin bi deh milyonan kesan.

Êdî daxwaza #FreedomForOcalanNow bi vîna milyonan kesan hatiye pesendkirin û bûye ala demokrasî û azadiyê. Em carek din soz didin we vê alayê hertim bilind bikin û ji bo xurtkirina heqîqetê her kesê vedixwînin di bin banê Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistan de têkoşînê bikin. Weke me di tevahî kampanya xwe de qîr kirî: Azadî Wê Bi Serbikeve!"

ANHA