YNK`ê encamên hilbijartinên li Hewlêrê red kirin

YNK’ê bi ragihand ku ew encamên hilbijartinê yên li Hewlêrê red dikin, ji ber ku di dema vekirina sindoqan de çavdêrên wan hatine derxistin û dûrxistin.

YNK`ê encamên hilbijartinên li Hewlêrê red kirin
11 cotmeh, 2021   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN 

Duh li seranserê Herêma Kurdistan û Iraqê hilbijartina pêşwext ya parlamentoya Iraqê pêk hat. Tê payîn di saet 15:00’an de Komîseriya Bilind a Hilbijartinan encamên destpêkê ragihîne.

Lijneya Bilind ya Hilbijartinan ya Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê li avahiya Mekteba Siyasî ya YNK’ê ya li Hewlêrê, derbarê dengdana li Hewlêrê de daxuyaniyek çapemeniyê da.

Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê a Hewlêrê Mecîd Ehmed daxuyaniyek xwend. Daxuyaniya YNK’ê wiha ye:

"YNK’ê her 4 namzetên YNK’ê yên li hewlêrê dengên pêwîst aniye, lê bi zextê destkarî li encaman hatiye kirin.

Li her çar herêman jî beşek ji dengên Hevpeymanê û namzetên din hatine şewitandin û destkarî li amêrên dengdanê hatiye kirin.

Di dema veguhestina sindoqên dengdanê de, hêza çekdarî hatiye bikaranîn. Çavdêrên me yên li ser sindoqan hatine derxistin û dûrxistin.

Em weke YNK’ê hemû hilbijartina li Hewlêrê red dikin û li benda encama giliyan in."

Her wiha Lijneya Hilbijartinê ya YNK’ê da xuyakirin ku dîmenê amêra dengdan û sindoqên dengdanê dema ji navendên dengdanê tên veguhestin û piştre carek din vedigerînin, di destê wan de heye.