Necla Bodin hikumeta nû ya Tunisê ragihand

Seroka hikumeta Tunisê Necla Bodin îro li Qesra Qertaj sazûmaniya wezîrên xwe ragihand. Her wiha piştî ragihandina fermî, endamên hikumeta nû li pêşiya serokê welêt Qeys Seîd sond xwar.

Necla Bodin hikumeta nû ya Tunisê ragihand
11 cotmeh, 2021   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Tunisê Qeys Seîd îro fermanek da ku hikumeta nû were diyarkirin. Seroka hikumetê ya Tunisê Necla Bodin destnîşan kir ku ji bo hikumetê pêşniyarek ji serok re pêşkêş kiriye û serok ew pêşniyar erê kiriye.

Her wiha Necla Bodin piştrast kir ku hikumet destpêkê dê baweriya welatiyan bi dewletê û hêviya pêkhatina pêşerojeke xweş û şert û mercên jiyanê yên baş vegerîne.

Hejmara wezîrên di hikumeta nû de 24 e. Endamên hikumetê piştî ragihandina fermî li pêşiya serokê welêt Qeys Seîd sond xwar, bêyî ku baweriyê ji parlamentoyê wergirin.

Tê destnîşankirin ku dosyayên aborî, malî û civakî yên girêk li benda hikumeta Necla Bodin in; di sêrî de destpêkirina dan û standinan bi Banka Cîhanê re, çareserkirina pirsgirêkên bêkarî, aloziya aborî û aloziya deynan.

Qeys Seîd di 29`ê Îlonê de akademîsyen Necla Bodin ji bo avakirina hikumetê erkdar kiribû.

(şx)